Cizîr ji bo Newroza di 19’ê adarê de amade ye 2024-03-17 10:30:41   ŞIRNEX - Amadekariyên pîrozbahiya Newroza Cizîrê ku dê di 19’ê adarê de bê lidarxistin temam bûn. Endamên Komîteya Amadekar bang li tevahiya welatiyan kir ku bi cil û bergên kurdî tev li bibin.    Amadekariyên ji bo pîrozbahiya Newroza Cizîr a Şirnexê ku dê di 19’ê adarê de bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye" bê lidarxistin temam bûn. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan dê di pîrozbahiyê de biaxivin. Koma Hîvron, Koma Hevra, Sorjiyan û ji hunermendên cihî Koma Birca Belek dê derkevin ser dikê. Navnîşana pîrozbahiyê jî qada Newrozê ya li pêşiya TOKÎ’yên li Taxa Banê Xanê ye.    AMADEKARÎ LI BER DAWIYÊ NE   Endamê Komîteya Amadekar Cahît Akil da zanîn ku amadekariyên wan li ber dawîbûnê ne û ev tişt anî ziman: “Tevahiya amadekariyan hatin kirin. Bila gelê me bi cil û bergên kurdî qada Newrozê bixemilînin. Qada Newrozê, li rex TOKÎ’yên Bozalanê ye. Dê saet di 10.00’an de dest pê bike û heta 17.00’an bidome. Ji hêla teknîkî ve tu pirsgirêkên me neman. Ji bo ewlehiyê 100 hevalên me hatine peywirdarkirin. Em li bendê ne ku gelê me bi coşeke mezin biherike qadê. Werin em vê Newrozê bikin ‘Newroza Azadî û aştiyê.’”   BANG LI JINAN KIR   Ji endamên Komîteya Amadekar Fatma Tunç jî got ku ew li bendê ne hemû jin bi cilên kurdî tev li Newrozê bibin û wiha bang kir: “Bi taybet jî bangî ciwan û jinên Botanî dikim; werin em bi ruhê Newroza salên 90’î li hev bicivin. Em bi hev re li dora agirê Newrozê govendê bigerînin.”