Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz dê li 14 navendan were pîrozkirin 2024-03-17 10:43:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsal dê Newroz li 14 navendan bi awayekî girseyî were pîrozkirin.    Bernameya pîrozbahiya Newroza Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar bû. Di çarçoveya bernameya ku ji hêla Înisiyatîfa Gel ve hatiye amadekirin de dê li 14 navendan agirê Newrozê were vêxistin.    Li gorî agahiyên înîsiyatîfê parve kirine; dê li Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Dêrik, Amûdê, Tirbespiyê, Girkê Legê, Reqa, Tebqa, Dêrazorê, Kobanê, Minbic, Şehba û Helebê agirê Newrozê were vêxistin.    Dê pîrozbahiyên îsal bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” werin lidarxistin.    Di çarçoveya amadehiyên pîrozbahiyên Newrozê de, hêj çend roj jê re mane, tevahî kolan û qadên bajar û navçeyan hatin xemilandin.