Xizmên Çardak: Dema li ber mirinê hate berdan 2024-03-17 11:17:46   AMED - Girtiyê Nexweş ê giran Îsmet Çardak li ser kursiya biteker hate berdan û 15 roj şûnde jî jiyana xwe ji dest da. Ev yek mînaka herî dawî ya zilma li hemberî girtiyan bû. Xizmên Çardak xwestin dilê tu dayikên din neşewite û wiha gotin: “Dema dîtin li ber mirinê ye, wê demê berdan."    Demekê dirêj berdana girtiyê nexweş ê giran Îsmet Çardak hate astengkirin û herî dawî di 28’ê sibatê de bi kursiya bilteker ji Girtîgeha Tîpa R a Xarpêtê hate berdan. Çardak di 14’ê adarê de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.    Xizmên Çardak, bertek nîşanî neberdana girtiyên nexweş dan.    ‘KRÎZA DIL A LI GIRTÎGEHÊ DERBAS KIRIBÛ JI ME VEŞARTIN’   Birayê Îsmet Çardak, Mahfûz Çardak destnîşan kir ku birayê wî ji ber nexweşiyên xwe yên giran di sala 2015’an de bi biryara Saziya Tipa Edlî (ATK) hate berdan û da zanîn ku piştî 2 salan tedawiya xwe li derve domand ji ber rapora ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’ careke din hate girtin. Çardak bertek nîşanî rewşê da.    Çardak anî ziman ku rewşa tenduristiya birayê wî ji ber şert û mercên xirab ên girtîgehê her ku çû xirabtir bû û da zanîn ku tevî wan gelek caran tevî Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) serlêdan kirine jî tu encam bi dest nexistine.    Çardak diyar kir ku piştî ku rewşa birayê wî giran bûyî, biryara berdanê wî dane û wiha axivî: “Jixwe piştî 15 roj ser berdana wî derbas bûn, jiyana xwe ji dest da.” Mahfûz Çardak anî ziman ku birayê wî di girtîgehê de jî krîza dil derbas kiriye û got ku rêveberiya girtîgehê vê agahî ji wan veşartiye.    ‘KURD BI VÎ AWAYÎ XELAS NABIN’   Çardak, tiştên bi serê birayê wî hatin anîn weke “zilm” pênase kir û wiha domand: “Birayê min ji ber cezayê du salan bi wî halê nexweş xistin girtîgehê. Ma dê bi wî halê xwe çi bikira, ji xwe di nav nivînên mirinê de bû. Bi kursiya biteker tehliye bû. Em vê zilmê qebûl nakin. Kurd bi vî awayî xelas nabin, yek diçe deh kes tên şûna wan. Girtîgeh bi girtiyên nexweş û pîr tije bûne. Em dixwazin girtiyên nexweş tavilê bên berdan.”    DI DEMA LI BER MIRINÊ BÛ HATE BERDAN   Jinbiraya wî Rengîn Çardak jî têkildarî Îsmet Çardak ê jiyana xwe ji dest dayî wiha got: “Rewşa wî gelek xerab bû, kêliyên dawî dijiya. Nedikariya rabe ser pêyan. Jixwe weke ku tehliye nebibe bû. Belkî dîsa nedihat tehliyekirin lê piştî ku dîtin li ber mirinê ye, wê demê hate berdan. Di dema girtinê de îşkence lê kirin. Jixwe Îsmet 24 salan di zindanê de ma. Bi biryara ATK’ê hate berdan. Dema li derve jî biryara girtinê hate dayîn. Pir nexweş bû û zilmekî zor lê hate kirin. Em bi parêzeran re axivîn, hevdîtin kirin lê encamek jê derneket. Bi salan piştre hate berdan. Jixwe 15 roj piştre jî jiyana xwe ji dest da.”    ‘BILA DILÊ TU DAYIKÊN DIN NEŞEWITE’    Rengîn Çardak, bal kişand ser rewşa girtiyên din ên nexweş û wiha bang kir: “Divê rayedar di vê mijarê de gavan biavêjin. Girtiyên nexweş li ber mirinê ne, em dixwazin tevek jî bên berdan. Bila êdî dilê tu dayikên din neşewite.”    MA / Eylem Akdag