Dîlokiyan govenda Newrozê digerînin 2024-03-17 11:56:53   DÎLOK - Welatiyên li Dîlokê herikîn qada Newrozê dest bi pîrozbahiyan kirin.    Coşa pîrozbahiya Newrozê ya li Dîlokê ku bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” tê lidarxistin, ji saetên zû yên serê sibehê ve dest pê kir. Pîrozbahî li qada Otobusên Turê ya berê ya li navçeya Şehît Kamîlê tê lidarxistin. Welatî di saetên serê sibehê de berê xwe dan qada Newrozê. Welatiyên ku li ber buroyên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û avahiyên wê hatin gel hev, ji gelek noqteyan ber bi qada Newrozê ve dest bi meşê kirin.    BI CIL BÛ BERGÊN RENGÎN HATIN NEWROZÊ   Welatiyên ku ji du noqteyên lêgerînê derbas dibin, diherikin qada Newrozê. Welatiyên ku ketin qada Newrozê, bi coşa Newrozê govend gerandin. Gelek kes bi kiras û fîstanan, bi şel û şepikan tev li pîrozbahiyê bûn. Coşa li qadê her ku diçe zêdetir dibe û tevlibûneke xurt a jin û ciwanan heye.    Li qada pîrozbahiyê pankaretên "Rabe zû ji xew şiyar be" û "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" hatin hilayîstin û gelek caran dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo" û "Newroz pîroz be" hatin berzkirin.    BERNAME    Tê payîn ku demek piştre bernameya Newrozê dest pê bike. Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê dê Mehmet Satan, ji DEM Partiyê Mehmet Bozgeyîk û Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan biaxivin.    Piştî axaftinan jî dê agirê Newrozê were vêxistin. Kolektîfa Rîtmên Azad û Babetna dê derkevin ser dikê.