Li Yenîkapiyê coşa Newrozê 2024-03-17 12:11:45   STENBOL - Ji bo pîrzbahiya Newrozê bi hezaran kes diherikin qada Yenîkapiyê. Li qada dirûşma "Bijî Serok Apo" olan dide.    Pîrozbahiya Newroza Stenbolê ya ku li Qada Yenîkapiyê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye" tê lidarxistin dest pê kir. Pîrozbahî bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Tevgera Jinên Azad (TJA) tê lidarxistin. Bi hezaran welatî ber bi qadê ve diherikin.    Li dika Newrozê pankarta “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hate daliqandin. Welatî ji du cihên cuda dikevin qada Newrozê. Girseyên ku li gelek deverên cuda yên bajar hatin gel hev, ber bi qada pîrozbahiyê ve diherikkin. Gelek kesan cil û bergên kurdî li xwe kirine û welatiyên ku berstûyên bi rengên kesk, sor û zer li xwe kirin, dîmenên rengîn derxistin holê.    Ciwanekî tîşortê bi nivîsa “Kurdistan” tev li pîrozbahiyê bû. Polîsan ciwan asteng kir. Li ser îtîraza Komîteya Amadekar, polîsan destûr dan ku ciwan bikeve qada pîrozbahiyê.    DIRÛŞMA 'BIJÎ SEROK APO'   Welatiyên ku ketin qadê, gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Her wiha dirûşma "Jin, jiyan, azadî" li qadê olan dide. Welatiyan li ber muzîkan xelekên govendê gerandin.    COŞA NEWROZÊ YA KARKERÊN ÎNŞAETÊ      Li hêla din, karkerên înşaetê jî bi otobûsan hatin Qada Yenîkapiyê. Karkerên înşaetê bi çepik, tililî û stranan ketin qada Newrozê.