Li Şirnexê Newroz bi coşeke mezin dest pê kir 2024-03-17 12:13:01   ŞIRNEX - Xelkê Şirnexê ku ji saetên zû yên serê sibehê ve berê xwe dan qada Newrozê, li ber stranan govend gerandin.   Pîrozbahiya Newrozê ya ku bi pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” li Şirnexê tê lidarxistin, dest pê kir. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan, Tevgera Jinên Azad (TJa), Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes tev li bûn. Qada Newrozê 14 km’an dûrî navenda bajar e û qad bi alayên DEM Partiyê hatiye xemilandin. Her wiha jin bi kiras û fîstanan tev li bûn. Welatiyên ku di saetên zû yên serê sibehê de hatin qada Newrozê, ji du noqteyên lêgerînê ketin qada Newrozê. Welatiyên ku temenê wan mezin û bi zor û zehmet dimeşiyan jî li ser gopalên xwe ketin qadê û zarokan jî li ber muzîkan coşa Newrozê jiya. Ciwan û jin jî bi cil û bergên kurdî ketin qadê.    Hunermend Hozan Vedat, Kadîr Çat û Şehrîbana Kurdî dê derkevin ser dikê. Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan û Hevserokê KCD’ê Bedan Ozturk dê biaxivin.    Şirnexiyên diherikin qadê, li ber stranan govendê digerînin. Piştî axaftina Buldan dê agirê Newrozê were vêxistin.