Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike 2024-03-21 11:42:27   ŞIRNEX - Li navçeya Elkê ev 4 roj in berf dibare û bandoreke nêyînî li ser jiyana gel dike. Li gelek taxên navçeyê ceyran qut bû.    Di çendek rojên dawî de li navçeya Elkê ya Şirnexê baraneke zêde dibare. Ji ber berfê, rêyên gelek gund û taxan hatin girtin. Walîtiya Şirnexê jî ji ber şert û mercên nebaş ên hewayî, duh û îro navber da pewerdeyê. Ji ber berfa zêde, ev 3 roj in li navçeyê ceyran tune ye. Her wiha cade û kolanên sereke yên navçeyê jî ji hêla şaredariya AKP’ê ve nayên paqijkirin.    Li gorî Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê jî dê heta 4 rojên din şilope bibare.