ROJEVA 30'Ê ADARA 2024'AN 2024-03-30 09:00:13     * Namzetê Hevşaredariyê yê Tetwanê yê DEM Partiyê Mumîn Erol bang li hemû şêniyên bajêr kir û got: "Em dengên xwe bi kar bînin û em vê rewşê biguherînin."   * Namzeta Hevşaredariyê ya Êlihê ya DEM Partiyê Gulîstan Sonûk bang gelê Êlihê kir û got: “Divê her hevalek me biçe ser sindoqan û raya xwe bavêje. Divê xwedî li sindoqan bê derketin. Em nehêlin rayên me bidizin."    * Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê ji bo 550 sindoqên ku dê li Şaredariya Akdenîzê bên danîn, hezar û 500 kes wezîfedar kir.   * Pîlotê şer yê teqawîtbûyî Bahadir Altan diyar kir ku pêşxistina pergala parastinê ya li dijî SÎHA'yan dikare serweriya hewayî berovajî bike û got ku ewlehiya sînor bi aştiyê pêkan e, ne bi çekan.   * Li Rihayê ku di hilbijartinên berê li hin deverên wê rayên blok û eşkere dihatin bikaranîn, vê carê DEM Partiyê gelek tevdîr girtine. DEM Partî dê sidoqên li bajêr bi 9 hezar û 422 muşahidan biparêze.    * Qeyûmê Şaredariyê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Tuncay Akkoyun guh neda hişyariyên Dîwana Çavdêriya Darayî û îhaleya kanalîzasyonê ya MARSU’yê bi hinceta “karesatê” bi şêwaza “bazarkirinê” çêkir.   * DEM Partî dê di çarçoveya hilbijartinên herêmî de xebatên xwe yên dawî bidomîne (11.00)    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan dê li gelek bajaran berdewam bike. (11.00-17.00)    * Şaxên ÎHD’ê yên Amed û Êlihê dê çalakiya xwe ya her hefte bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” pêk tînin, bidomînin. (12.00)    * Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya 992’yemîn ku her hefte bi daxwaza aqûbeta kesên di bin bin çavan de hatine windakirin bipirsin û faîl bên darizandin pêktînin, li Qada Galatasarayê bidomînin. (12.00)     * Rêxistina DEM Partiyê ya Sêrtê dê bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Qada Mitîngê ya Misircê mitîngê li dar bixe. (13.00)    * Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê dê têkildarî rewşa girtiyên nexweş de daxuyanî bên dayîn. (13.00-13.30)   * Bernameya dawî ya Koma Kampanyaya Piştevaniyê ya Jinan a bi Gultanê re ber bi Enqereyê ve dê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li ser Cadeya Sakaryayê were lidarxistin. (14.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê berdewam bike. (16.00)