Komeleya Şêx Seîd: Li dijî qeyûman li rex mazlûman bisekinin 2024-03-30 11:29:09   AMED - Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî destnîşan kir ku divê di hilbijartinan de li dijî qeyûman li cem mazlûman were sekinandin.    Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî (Komeleya Hevkarî Çand û Perwerdehiyê ya Şêx Seîd) bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kirin ku dê di hilbijartinên herêmî de li dijî qeyûman bisekinin.    Li Tirkiyeyê di 31'ê Adara 2024'an de hilbijartinên rêveberiyên herêmî tên kirin. Li Tirkiye û Kurdistanê rêveberî her çendî rayeya wan sînordarkirî be jî ji bo 5salan têne hilbijartin. Helwesta komeleya me ji bo hezkirî û gelê me cihê meraqê ye.   Di daxuyaniya hate dayîn de wiha hate gotin: “Beriya her tiştî divê bê zanîn ku hilbijartinên heyî di hawîrdoreke adil, demokratîk de ku hilbijêr di şert û mercên wekhev de têdikoşin, nayên kirin. Hilbijartineke ku rejîma qeyûmê ji sala 2016’an û vir ve desthilatdar e û siyaseta legal a kurd di bin gefên binçavkirin, girtin û nerazîbûna giştî ya siyasî de tê meşandin. Polîtîkayên qutifandin û tirsandinê yên têkildarî pirsgirêka kurd li hemû qadên jiyanê berdewam dikin.   ERKA ME SEKNA LI KÊLEKA BINDESTAN E   Ev pêvajoya ku gelê me di nava sîstema îstîsmareke giran a aborî, civakî û çandî de ye û di heman demê de operasyonên leşkerî yên tund ên Komara Tirkiyeyê li dijî herêmên kurdan û axên ku kurd lê dijîn ku di bin serweriya dewletên Sûriye û Iraqê de ne, berdewam dikin. Daxuyaniyên ji aliyê Hikûmet û rayedarên dewletê yên li Tirkiyeyê tên dayîn ku ev rewş wê girantir bibe. Di vê çerçoveyê de li gorî erka komeleya me, sekna li kêleka bindestan li hember zilm û zordariyê erkeke olî û mirovî ye.   Helwesta me ya bingehîn xurtkirina bingeha yekitiya gelê me ye. Mewziyên ku yekitiya herî berfireh a beşên civakê yên li dijî zilm û zordariya heyî pêk tê, desthilatdarî ne ku divê gelê me bala xwe bide ser wan.   EV HILBIJARTIN HELWESTEKE LI DIJÎ PERGALA QEYÛM A HEYÎ YE   Hilbijartinên li Kurdistanê ne bûyera diyarkirina rêveberên herêmî bi serê xwe ye. Ev hilbijartin mînaka helwesteke li dijî pergala qeyûm a heyî ye û wê helwesta gel a li hemberî şerê heyî jî diyar bike. Her çendî hilbijartinek di şert û mercên newekhev de pêk were jî, helwesta bi biryar a gelê me di hilbijartinan de dikare pêşî li pevçûnên tund ên gengaz bigire û bi xurtkirina yekitiya herî berfireh a gelê me derî li çareseriya mayînde ya pirsgirêkan veke. Bi vê hişmendiyê divê bi berjewendî û hêviyên şexsî nêzî hilbijartinan nebe. Helwestên ku ji doza giştî ya gelê me qut bûne, divê ti carî neyên erêkirin, bi têgihiştinek wijdanî û adilane helwestek ji bo bindestan bê girtin. Divê zemînên ku yekitiya herî berfireh a gelê me pêk tê, bên xurtkirin. Em gelê xwe ji ber helwesta wî ya bi rûmet di vê pêvajoya hilbijartinê ya di bin şert û mercên dijwar de pîroz dikin û rêz û hurmetên xwe pêşkêş dikin.”