Namzetên hevşaredariyê yên Akdenîzê: Xwedî li dengê xwe derkevin! 2024-03-30 11:50:36   MÊRSÎN - Namzetên hevşaredariyê yên Akdenîzê yên DEM Partiyê Nuriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz destnîşan kirin ku wan weke partî tevahî tevdîrên ewlehiyê girtine û gelê Akdenîzê vexwendin bikaranîna dengan û xwedîderketina sindoqan.   Dê di sindoqên ku sibê li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê werin danîn de 61 mîlyon û 441 hezar û 882 hilbijar deng bikar bînin. Ji hilbijartinê re ji 24 saetan kêmtir wext ma û ji navendên ku encama wê pir tê mereqkirin yek jî navçeya Akdenîz a Mêrsînê ye.     BDP’ê di hilbijartinên herêmî yên salên 2009 û 2014’an de Şaredariya Akdenîzê bi dest xist û di 18’ê kanûna 2016’an de jî qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin. Şaredariya di hilbijartina 2019’an de ketiye destê AKP’ê de ji wê rojê heya îro bi nelirêtî û girtina saziyên jinan hate rojevê.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo di vê hilbijartinê de Şaredariya Akdenîzê ji nû ve bi dest bixe ji xwe bawer e.    DEM Partî bi namzetên xwe yên hevşaredariyê Nuriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz re bi mehan e dixebitin û ji bo îradeye gel ji sindoqan derbikeve bangawaziya bikaranîna dengan li gel kirin.    LI DIJÎ FERASETA BAVIKSALAR BANGA BIKARANÎNA DENGAN A JINAN   Namzeta hevşaredariyê Nuriye Arslan anî ziman ku wan tevdîrên ji bo ewlehiya sindoqan digirin temam kirine, banga bikaranîna dengan ji gel kir. Arslan diyar kir ku divê li dijî feraseta ku dengan veguheztiye navçeyê, şêniyên navçeyê teqez biçin ser sindoqan û ji bo têkoşîna li dijî feraseta baviksalar wiha bang li jinan kir: “Ji bo xwedî li îradeya xwe derkevin, divê sibê jin biçin ser sindoqan û li dibistanan bin.”   ‘ME TEVBÎR GIRTIN, BILA GELÊ ME DENGÊ XWE BIKAR BÎNE’   Namzet Hoşyar Sariyildiz jî anî ziman ku ew ê weke partî ewlehiya sindoqan hem li dibistanan hem jî li edliyeyê bigirin. Sariyildiz, da zanîn ku gel jî di hêla ewlehiya hilbijartinê de hişyar e diyar kir ku heya encamên hilbijartinê neyên eşkerekirin dê gel sindoqan neterîkîne û wiha axivî: “Me di hêla ewlehiya sindoqan de bi her awayî tevdîrên xwe girtine. Bila gelê me jî di vê hêlê de aram be, bila biçe ser sindoqan, dengên xwe bikar bînin û piştî ku dengên xwe dan jî bila li derdorê sindoqan bisekinin. Bila gelê me heya ku encamên dawî digihijin ber destê me, piştgiriya me bikin. Me vê yekê di sala 2014’an de pêk anî, gel xwedî li îradeya xwe derket. Bi xwedîderketina gelê me û nîşandana îradeya xwe, em bi ser ketin. Em dikarin vê serdemê jî bi ser kevin. Daxwaz û bendewariya me ji gelê me yê Mêrsîn û Akdenîzê heye. Her dengê ji bo DEM Partiyê tê bikaranîn ji ciwan, jin, karker, kedkar û parastvanên kedê re diçe. Her dengek li dijî rant, dizî, nelirêtî û yên berîkên xwe bi pereyan tije dikin; ji kesên ku kedê diparêzin re diçe. Ji kesê ku edalet, heq û hiqûqê dixwazin re diçe.”