Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê protesto: Ev bariyer dê nikarin we xelas bikin 2024-03-30 14:55:19   MÊRSÎN - Parlamenterên DEM Partiyê yên Mêrsînê Perîhan Koca û Alî Bozan, bertek nîşanî Şaredarê Akdenîzê yê AKP’yî Mustafa Gultak ku pêşiya şaredariyê bi bariyerên polîsan girtiye dan û gotin: “Tenê rojek ma, ev bariyer dê nikarin we xelas bikin.”   Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Mêrsînê Perîhan Koca û Alî Bozan, li ber avahiya şaredariyê ya ji aliyê Şaredarê Akdenîzê yê AKP’yî Mustafa Gultak ve duh serê sibê bi barîyerên polîsan hatibû girtin, ev rewş protesto kirin.   ‘EV BARIYER DÊ NIKARIN WE XELAS BIKIN’   Parlamentera DEM Partiyê Koca anî ziman ku şaredarê niha Gultak, bi girtina pêşiya avahiya şaredariyê ya bi bariyeran suc dike. Koca, da zanîn ku Gultak ji ber ku di hilbijartinan de winda dike direve û wiha domand: “Reva te ya berî hilbijartinan em fahm dikin lê tu çi tev li hev dikî?  Ev barîyer dê nikaribin we xelas bikin, ji ber ku bariyerên gel destûrê nadin.” Bozan jî bal kişand ser Rapora Venêrînê ya Sala 2023’yan a Şaredariya Akdenîzê û wiha got: “Ev 5 sal in hûn didizin, dixwin lê li we heram be. Hûn ê winda bikin û biçin. Em ê biserkevin, tenê rojeke we maye. Ji toneke çayê ya we ji bo 5 mehan ji budçeya Nivîsgeha Taybet a Şaredariyê kirî, îskaneke din vexwin, ew jî bila ji me be, ji ber ku hûn diçin.”