Malbatên windakiriyan li 3 bajaran dengên xwe bilind kirin 2024-03-30 15:54:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên windakiriyan ên bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” çalakiyên xwe didomînin, li 3 bajaran dengê xwe bilind kirin. Malbatên windakiriyan li Amed û Êlihê aqûbeta Orhan Yakar û Ahmet Bûlmûş pirsîn, li Colemêrgê jî faîlên Munîr Saritaş ê hate qetilkirin pirsî.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û malbatên windakiriyan bi dirûşma “Bila Windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” cara 790’emîn hatin bahev. Malbatan di çalakiya li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûyê lidarxistin de wêneyên xizmên xwe yên hatine qetilkirin û windakirin hilgirtin û pankarta ku wêneyên xizmên wan li ser vekirin.    Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Orhan Yakar ê di sala 1996’an de li Çewligê bi darê zorê hate windakirin hate pirsîn. Endama Komîsyonan Windayan a Şaxa ÎHD’ê Berfîn Elçî çîroka Yakar xwend. Pişt re deqîqeyekê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.    ÊLIH    Li Êlihê jî Şaxa ÎHD’ê û malbatên windakiriyan bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” cara 626’an li ser Cadeya Gulistanê bûn. Di çalakiya vê hefteyê ya malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan aqûbeta Ahmet Bûlmûş ê di 1’ê nîsana 1994’an de piştî li navçeya Cizîr a Şirnexê hate binçavkirin careke din agahî jê nehate wergirtin pirsîn.    Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Reşît Çetînkaya çîroka Bûlmûş parve kir. Dû re malbatên girtiyan û parazvanên mafên mirovan bi çalakiya rûniştinê daxuyaniya xwe bi dawî kirin.    COLEMÊRG    Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û malbatên windakiriyan di hefteya 116’emîn a çalakiya xwe de li Kolana Hunerê ya Geverê hatin bahev. Rêveberên DEM Partiyê yên Geverê, Dayikên Aştiyê û malbatên windakiriyan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” hate vekirin û wêneyên kesên hatine windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de faîlê Munîr Saritaş ê di 27’ê cotmeha 1995’an de li Geverê ji aliyê leşkerên girêdayî Tabura Komando ya Geverê ku di bin fermandariya serdar Mehmet Emîn Yûrdakûl de bûn ve bi îşkenceyê hate qetilkirin hate pirsîn.    Endama Şaxa ÎHD’ê Pinar Zengîn, bal kişand ku li Tirkiyeyê darazeke ku bendewariya kesên mafên wan tên binpêkirin bi cih bîne tune ye û got: “Desthilateke ku hêza xwe ya siyasal ji bo pêkanîna edaletê bikarbîne nîne. Li dijî vê jî Dayikên Şemiyê hene.”   Zengîn a ji bo di dosyaya Saritaş de edalet pêk were banga berpirsyartiyê li meqamên edlî û siyasî kir, wiha axivî: “Çend sal derbas bibin jî bila derbas bibin em ê ji bo Munîr Saritaş û hemû windakiriyên xwe dest ji daxwaza edaletê nekin.”   ‘DEWLET BERPIRSYAR E’    Pişt re yek ji ferdên malbatê Munîr Saritaş, bal kişand ku faîl tên veşartin û xwest ku hêza li pişt faîlan were darizandin. Saritaş, bi bîr xist ku di komkujiyan de berpirsyartiya dewletê heye û got: “Faîl jî diyar in. Heke faîlan dadgeh berdin hemû berpirsyara van bûyeran dewlet e.”   Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.