Qedexeyên hilbijartinê dest pê kir 2024-03-30 18:24:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber hilbijartinên herêmî ku wê sibê li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê bên lidarxistin, ji saet 18.00’an ve qedexeyên hilbijartinê yên ji aliyê YSK’ê ve hatin diyarkirin dest pê kirin.   Qedexeya hilbijartina herêmî ku dê sibê li Kurdistan û Tirkiyeyê bê lidarxistin, ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ve Qedexeyên ku wê ji saet 18:00 û pê ve bikevin meriyetê, gelek tedbîran dihewîne.   Di qedexeyên hilbijartinê de firotin û vexwarina alkolê jî heye. Xwaringeh û cihên şahiyê dê nikaribin di dema qedexeyê de alkolê bifroşin an destûrê bidin.   Di roja hilbijartinê de jî qedexeya çûnûhatinê dê ji destpêka saetên dengdanê ve bikeve meriyetê. Di vê demê dê hin wesayît ji bo çûnhatinê divê bi awayekî taybet destûrê ji YSK'ê bigirin. YSK bi qedexeya hatinûçûnê re armanc dike ku di roja hilbijartinê de qerebalixa trafîkê kêm bike, pêşî li hewldanên muhtemel ên veguhestina dengên derqanûnî bigire û bi giştî ewlehiya hilbijartinê zêde bike. YSK dema pêwîst bibîne dikare îstîsnayên wek wesayîtên xizmetên tenduristiyê, îtfaiye, polîs û xizmetên wek wan ên lezgîn destnîşan bike û rê bide van wesayîtan ku bikevin trafîkê.   Her wiha her cure meş, mîtîng û çalakiyên bi vî rengî yên ku di roja hilbijartinê de li qadên giştî bên lidarxistin, her wiha propagandaya bi amûrên wekî megafon û hoparloran jî qedexe ne.