Li Licê di navbera malbatan şer derket: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn 2024-03-31 09:04:15   AMED - Li Lice ya Amedê ji ber nelihevkirina ser erdî di navbera du malbatan de şer derket. Di şer de kesekî jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.    Li gundê Dîbekê yê navçeya Lice ya Amedê duh di navbera du malbatan de şer derket. Di şerê ji ber nelihevkirina li ser erd derketî de kesên bi navên Ramazan Ozkan, Siddik Ozkan, Mert Ozkan û Alî Îhsan Ozkan û 2 kesên navên wan nehatin zanîn birîndar bûn.    Li ser îxbarê, li cihê bûyerê cendirme û komên tenduristiyê hatin veguhestin. Welatiyên birîndar piştî mudaxileya destpêkê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Licê û nexweşxaneyên navenda bajar.    Ji birîndaran Ramazan Ozkan tevî hemû hewldanan jî jiyana xwe ji dest da û tedawiya 5 birîndarên din jî didome.    Hat zanîn ku hêzên ewlekariyê li cihê bûyerê tevdîr girtin û derheqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.