'Girtina Yildiz a 75 salî deraqilî ye' 2024-03-31 09:06:18 STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku girtina Hatîce Yildiz a 75 salî bêhiqûqî ye û rewşa heyî wekî" deraqilî"yê pênase kir.  Pereyên ku malbata ji xizmên xwe yên girtî re dişînin, di çarçoveya "Qanûna Pêşîgirtina Li Fînansmana Terorîzmê" de tên nirxandin.    Ji ber vê qanûnê gelek xizmên girtiyan dikevin ber lêpirsînan, tên binçavkirin an jî girtin. Herî dawî Hatîce Yildiz a 75 salî ya li Esenyûrt a Stenbolê dijî, ji ber ku pere ji keça xwe ya girtî re şandibû bi sûcê "fînansekirina rêxistinê" hat darizandin. Dadgeha Cezayê Giran a 14'an a Stenbolê 4 sal û 2 meh ceza li Yidlizê birî. Piştî ku Dadgeha ÎStinafê ceza pesend kir, Yildiz a gelek nexweşînên wê hene hat girtin û ew şandin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku ji MA'yê re axivî, diyar kir ku ji bo Yildiz a 75 salî "hiqûqa dijminatiyê" hatiye sepandin.   Keskînê diyar kir ku "Qanûna Pêşîgirtina Li Fînansmana Terorê" ji aliyê gelek dewletan ve hatiye îmzekirin û yek ji van dewletan jî Tirkiye ye û got ku dema mirov li meseleya Hatîce Yildizê dinêre, dibîne ku bi temammî qanûn hatiye binpêkirin. Keskînê diyar kir ku ew wekî parêzer vê rewşê wekî rewşeke "trajîkomîk û derîaqilan" dibîne.    ‘ÇALAKIYEKE DERQANÛNÎ TUNE YE'   Keskînê anî ziman ku şandina pereyan ji aliyê xizmên girtiyan ve tu eleqeya xwe bi qanûna heyî re nîn e û got: “Ji bo fînansekirina terorê divê kiryarên derqanûnî pêk werin. Li vir dema ku xizmên girtiyan pere dişînin, bi nasnameya ku ji aliyê dewletê ve hatiye dayîn dişînin û ev li îdareya girtîgehan tê razandin. Yanî dema em li bûyera Hatîce Yildizê dinêrin, em dibînin ku bi awayekî nehiqûqî hatiye cezakirin. Ji ber vê yekê tiştekî pir deraqilî ye. Ev rewş bi rastî nîşan dide ku rewşa darazê ne tu rewş e."    ‘WEKÎ KIRYAREKE VEŞARÎ TÊ NÎŞANDAN'   Keskîn bi bîr xist ku girtiyên li girtîgehan hemû pêdiviyên xwe ji kantînê dikirin û wiha got: “Ji pêdiviyên xwe yên herî bingehîn bigire heta paqijî û amûrên spî hemûyan ji kantînan dikirin, yanî ji rêveberiya girtîgehê dikirin. Ji ber vê yekê pêwîstiya kesên li girtîgehan bi pereyan heye. Pêdivî ye ku ew van hewcedariyên xwe dabîn bikin. Bi awayekî xwezayî nas û xizmên van kesan pereyan dişînin. Lê wekî ev tiştekî bi dizîka be tê nîşandan. Ev deraqilî ye. Hatîce Yildiz ji ber vê girtî ye."    Keskîn da zanîn ku nexweşîna tansiyonê û demansê ya Yildizê heye û tim ji xw eve diçe.    Keskînê anî ziman ku rêveberiya girtîgehê dermanên ku bijîşkan ji bo jibîrkirinê dane Yildizê jî nade wê û got: “Pir xemgîn e, ji be rku li malê hevjînê wê yê 85 salî yê felcî heye. Hişê wê tim li ser hevjînê wê yê felcî û keça wê ya girtî ye. Mirov vê tişta anîne serê wê tenê dikare bi hiqûqa dijminatiyê pênase bike."    Keskînê destnîşan kir ku bi vî awayî pêkanînan qanûnê rê li ber zilmê vedike û got ku armanca vê jî zêdekirina polîtîkayên tirsê û tenêhiştina girtiyan e.    MA / Esra Solîn Dal