Sakik bertek nîşanî dengdayîna komî da: Diz heye diz! 2024-03-31 11:44:38   AGIRÎ/MÛŞ - Sirri Sakik ê DEM Partiyî bertek nîşanî dengdayîna komî ya polîs û leşkeran da û wiha got: “Diz heye, diz heye! Li vî bajarî diz heye. Dixwazin îradeya vî bajarî xesp bikin.”    Tifaqa AKP û MHP’ê ji bo komî dengên xwe bikar bînin, polîs û leşkeran ji serê sibê ve dibin dibistanên bajarên Bakurê Kurdistanê. Li gelek bajaran hîle û bêusuliyên hilbijartinê tên jiyîn.    MÛŞ   Li Mûşê dengdayîn bi hîle û bêusiliyan dest pê kir. Li taxa Ejmanûk a girêdayîn navendê AKP’î wek komî dengên xwe bikar anîn. Tevî hewldanên koordînasyona krîzê û parlamenteran, girtek nehate girtin. Kesên xwestine mudaxileyî bûyerê bikin û namzetên hevşaredariyê jî rastî êrişê hatin û êrişkaran dest danîn ser telefonên berpirsyarên sindoqan. Hat destnîşankirin ku kesên êrişî peywirdarên sindoqan kirine hevjîn û parastvanên namzetê AKP’î Feyat Asya ne. Li Milazgirê jî hilbijêrên veguheztî bi komî deng bikar anîn. Di Dibistana Muhammet Safîturk a li Taxa Meguçluyê de 580 hilbijêr bi komî deng dan. Herwiha hat zanîn ku di Dibistana Seretayî ya Alparslanê de jî deng bi komî hatine bikaranîn.    AGIRÎ   Parlameterê DEM Partiyê Sirri Sakik li Agiriyê bertek nîşanî dengdayîna komî ya polîs û leşkeran da û wiha bang li wan kir: “Îro roja rûmetê ye. Fikra we ya siyasî çi be bila bibe, li hember vê xespkirina îradeyê bisekinin. Hezên ewlehiyê yên hatine vê derê, ez bangî we dikim; heke bi qasî serê derziyê baweriya we ji Xwedê hebe, di vê roja pîroz de îradeya gelê Agiriyê xesp nekin. Hûn kî ne! Ma dilê we bi vê yekê naêşe? Diz heye, diz heye! Li vî bajarî diz heye. Ey raya giştî ya Tirkiyeyê, bi rojan e em qêrî we dikin. Hezaran mirov anîn Agiriyê û dixwazin îradeya vî bajarî xesp bikin. Ez û hevalên xwe bi rojan e qêr dikin. Dixwazin vî bajarî dorpêç bikin. Mixabin tevahiya erdnîgariya Kurdistanê bi qasî Stenbolê nebû rojev. Her kes derbarê wan deran de axivî. Bi desthilat û muxalefeta xwe ve, hûn hemû dijminên kurdan in. Banga min ji gelê Agiriyê ev e; xwedî li sindoqan derkevin.”