Ahmet Turk: Hewl didin vîna gel tune bihesibînin 2024-03-31 12:15:10 MÊRDÎN - Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk dengê xwe da. Turk ê pişt re daxuyanî da, bi gotina “Em bi dewletê bi xwe re ketine pêşbirkê” bang li gel kir ku dengên xwe bidin.  Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk dengê xwe da. Turk ê li sindoqa bi hejmara 1325 a li dibistana Îmam Xetîb a Yalimê ya li Taxa Mensûriyê dengê xwe da, li ber dibistanê daxuyanî da.    Turk, bi lêv kir ku dixwazin hilbijartina herêmî tevkariyê li pêşerojeke demokratîk bike û wiha got: “Me ji bo hilbijartinê dengê xwe da. Em bi tu partiyên siyasî re nakevin pêşbirkê. Em bi dewletê bi xwe re dikevin pêşbirkê. Em bi polîs, walî û qeymeqan re ketine pêşbirkê. Bi anîna bi hezaran leşker û polîsan hewl didin vîna gel îpotek bikin û hewl didin rêbazeke din bikarbînin. Li Stewrê Kerboranê ji hin cihan deng veguhestin û hewl didin vîna gel tune bihesibînin. Elbet ev neheqiyeke, bêhiqûqiyeke. Ji bo pêşerojeke demokratîk xetereyeke. Ez bawer dikim ku gelê me vê dibîne. Em dixwazin di vê hilbijartinê de hemû gelê me biçe ser sindoqan û bila hilbijartin bi xer be.”