Namzetên hevşaredariyê yên Amedê: Em biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin 2024-03-31 12:28:16   AMED - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun dengên xwe dan û piştre jî ev bang kirin: “Dê tu kes nekare vîna vî gelî xesp bike. Li dijî hîleya veguhestina dengan, divê her kes biçe ser sindoqan.”    Namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun dengê xwe dan. Dayikên Aştiyê, hevserokên DEM Partiyê yên Amedê, parlamenter Sevîlay Çelenk, namzetên hevşaredariyê yên Rezanê, hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bajar û gelek kes pê re bûn.    Dogan Hatun dengê xwe li Dibistana Navîn a Mevlana Halît da. Hatun, li gel dayika xwe dengê xwe da û wiha got: “Bila ev deng bibe wesîleya aştî û aramiyê. Hêvîdarim ev hilbijartin ji bo gelê kurd, ji bo gelê Amedê bibe serkeftin. Bila bibe wesîleya rojên xweş. We dengên li bajarên din hatine veguhestin dîtin. Pêl bi pêl leşkeran vediguhêzin. Hewl didin bi rêya diziyê îradeya gelê me xesp bikin. Dê gelê me bersiva vê bide. Em careke din bang li gelê xwe dikin ku xwedî li îradeya xwe derkeve. Divê em bersiveke wisa bidin van kesên hewl didin vîna me xespğ bikin ku aqilê wan bê serê wan. Em ê bi şev bi hev re serkeftina xwe pîroz bikin.”    BUCAK: HERIN SER SINDOQAN   Namzet Serra Bucak jî li Dibistana Navîn a Nafiye Omer Şevkî ya li navçeya Peyasê dengê xwe das. Bucak, dema dengê xwe dida li ser sindoqê wiha got: “Banga me li tevahiya gelê Amedê ew e ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Divê em hîleyên pergalê vala derxînin. Em xwedî li vîna xwe derkevin. Em ê di 5 salên pêş de bi hev re şaredariyê li gorî feraseta şaredarîvaniya azadîxwaz û gelparêz birêve bibin. Em vê sozê didin Amedê. Em bihêvî ne û dê serkeftin a me be.”    ‘EM HÎLEYAN VALA DERXÎNIN’   Bucak, li pêşiya dibistanê jî ji çapemeniyê re axivî. Bucak, spasiya hemû xebatkarên partiyê kir û got ku kampanyayeke dîrokî meşandine. Bucak, wiha domand: “Hêvîdarim ev hilbijartin bibe wesîleya demokrasî, wekhevî, azadî, edalet û aştiyê. Em dixwazin ev hilbijartin bibe wesîleya jiyaneke azad û adilane, çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk. Ev ne tenê hilbijartina rêveberiyên herêmî ye. Hilbijartina demokrasiyê ya Tirkiyeyê ye. Dê gelê kurd careke din bersivê bide îktîdarê. Weke Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de em ê her 17 navçeyan jî bi dest bixin. Ji kerema xwe bila her kes bila saet di 16.00’an de biçe ser sindoqan û xwedî li sindoqên xwe derkeve. Em hemû hîleyên pergalê vala derxînin. Em ê teqez bi ser kevin.”