Li Stenbolê ji bo hilbijartinê eleqeyeke zêde heye 2024-03-31 12:54:14   STENBOL - Li Stenbolê dê 11 milyon û 314 hezar û 516 kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bide. Hêj ji saetên zû yên serê sibehê ve welatiyan li Stenbolê berê xwe dan dibistanan û dest bi dayîna dengan kirin.    Ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî li Stenbolê 33 hezar û 228 sindoq hatin danîn. Dê 11 milyon û 314 hezar û 516 hilbijêr biçin dengê xwe bidin. Li navçeya Adalarê ku hejmareke kêm a hilbijêran heye 13 hezar û 682 kes, herî zêde jî li Esenyurtê 642 hezar û 455 kes dê biçin ser sindoqê. Li navçeyên Esenyurt û Bagcilarê ku navçeyên herî qelebalixin li her navçeyê 4 lijneyên hilbijartinê yên bajar hatine peywirdarkirin.    Ji saetên zû yên serê sibehê ve xelkê bajar ji bo dayîna dengê xwe berê xwe dan dibistanan. Bi taybet jî li Esenyurt, Arnavutkoy, Beyoglû û navçeyên ku piraniya wan kurd in, eleqeyeke zêde ji bo hilbijartinê hebû.    Her ji niha ve hinek welatiyên dengê xwe dayîn ji bo xwedîderketina li sindoqan li pêşiya dibistanan sekinînin.    Dê dengdayîn heta saet 17.00’an bidome.