Bajar bi bajar binpêkirinên mafan 2024-03-31 13:01:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Kurdistanê ji bilî hilbijêrên “veguhestî” gelek binpêkirin çêbûn. Derket holê ku li sindoqa bi hejmara 1034’an a Dibistana Navîn a li taxa Ejmanuk a girêdayî navendê di pêşengtiya hevjîna namzetê şaredariyê yê Mûşê Feyat Asya de bi komî deng hatine bikaranîn.    AKP’yiyên ku êrişî peywîrdarên sindoqê yên mudaxileyî dayîna dengan a bikomî kirin, ji ber zêdebûna bertekan bi lez û bez ji dibistanê dûr ketin.    GIRTEK HATIN GIRTIN    Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz a di cih de çavdêriya binpêkirinan dike, anî ziman ku divê sindoqa dengên bi komî hate bikaranîn were betalkirin. Di encama hewldana zêde ya parlamenter û hiqûqnasan têkildarî bûyerê girtek hate girtin.    ‘JI BO KU GEL BIKARE DENGÊ XWE BIDE EM LI VIR IN’    Boz, a piştî girtekê daxuyanî da, bal kişand ser binpêkirinan û ev tişt got: “Bûyereke li ber çavên hêzên ewlehiyê çêbûye heye. Li gel welatiyên ku xwendin û nivîsana wan nîne hin kesan dişînin kabînê. Divê ev hilbijartin were betalkirin. Em ji bo gel bikare dengê xwe bide li vir in û em ê xwedî li vîna gel derkevin.”   3 CARAN DENG DA, DEM PARTIYÊ GIRTEK GIRT    Nûçeyeke din a binpêkirinê jî ji sindoqa bi hejmara 1108 a Dibistana Seretayî ya Mehmet Akîf Ersoy a li navenda Mûşê hat. Hate diyarkirin ku jina çarşefeke reş li xwe kiriye 3 caran deng daye. Navenda Koordînasyonê ya Krîzê ya DEM Partiyê mudaxileyî bûyerê kir û xwest ku girtek were girtin. Di encama hewldanên navenda krîzê de têkildarî sindoqên ku jinê deng lê dan girtek hate girtin.    Li aliyê din li Milazgirê hate dîtin ku hilbijêrên veguhestî ji bo ku bi awayekî bi komî deng bidin ketine rêzê.    RIHA    Li dibistana seretayî ya li gundê Gozlek ê girêdayî navçeya Wêranşarê, Saît Gunaydin ji ser hesabên xwe yên dîjîtal parve kir ku 11 caran deng daye AKP’ê. Gunaydin ê wêneyên pisûlayan kişand bi peyama “Deng ji AKP’ê re ne. Ha bibîne kurdo, 11 heb min dan” ji kesekî din re şand. Piştî ku kesê li hemberî Gunaydin got ku dê giliyê wî bike bi gotina “Ez ê te bikujim” gef lê xwar.    ŞIRNEX    Huseyîn Tûrhanli ê li baxçeyê Dibistana Seretayî û Navîn a Sergeneral Omer Keçegîlê bertek nîşanî leşkerên “veguhestî” da, rastî tundiyê hat. Polîsan tundî li mamoste Tûrhanli kirin. Tûrhanli bi gotina “hûn dizin” bertek nîşanî rewşê da.    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Şirnexê Zekî Îrmez, Hevserokê Bajêr Abdûllah Gungen û partiyiyan pêşî li leşkeran girt û bertek nîşan da.    Li dibistana behsa wê tê kirin nêzî 5 hezar hilbijêr hene. Lê beşeke zêde mirovên di lîsteyê de ne Şirnexî ne.    RIHA    Şandeya çavdêriyê ya navnetewî ya ji endamên Partiya Komunîst a Fransî pêk tê li navçeya Serêkaniyê çavdêrî kirin. Şandeyê anî ziman ku li navçeyê pirsgirêkeke cidî nedîtine lê li gundan agahiyên ku dengên blok tên bikaranîn wergirtine.”   Li gundê Sûfra û Gellegoç ên girêdayî Serêkaniyê hewl dan ku bi komî dengan bidin.    Li sindoqa bi hejmara 1437 a li Dibistana Seretayî ya Sabanci ya li navçeya Sêweregê hatiye dayîn peywîrdar ji dibistanê hatin derxistin û wiha deng hatin dayîn. Di sindoqa ku 100 deng lê hatine dayîn de 154 hilbijêr hene. Hate diyarkirin ku deng ji aliyê rêveberê AKP’ê yê navçeyê Bayram Kamişli ve hatine dayîn.    Hate îdiakiri ku namzetê şaredariyê yê Xelfetiyê yê AKP’ê Şeref Albayrak bi komeke ji 200 kesan pêk tê çûye dibistanên hilbijêrên veguhestî lê ne û bi komî deng daye.    ELKÊ: BI WESAYÎTÊN ZIRXÎ DIÇIN DENG BIDIN!   Li navçeya Elkê ya Şirnexê dengdayîn didome. Hate dîtin ku bi sedan leşker di nava sûkê de bi wesayîtên zirxî diçin ku dengan bidin. Hilbijêr ji vê rewşê bi bertek in. Tevî hemû îtîrazên DEM Partiyê leşkerên biçek ji baxçeyên dibistanan nayên derxistin.    AMED    Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Halîde Turkoglû ya li Lîseya Anadoya Pir Bernameyî ya li navçeya Hezro ya Amedê hilbijartinê dişopîne rastî heqareta yek ji hilbijêrên “veguhestî” yê ji bo dengê xwe bide hat.    Piştî ku Turkoglû bertek nîşanî hilbijêrê “veguhestî” da kesekî ku xwe weke leşker da nasîn û gel got cerdevane kete nav nîqaşê. Polîsan kesê ku kete nav nîqaşê ji herêmê dûr xist, Turkoglû diyar kir ku dê giliyê wî kesî bike.    Dû re namzeta hevşaredariyê ya Hezroyê ya DEM Partiyê Hasîbe Yazdik jî bang li kesên ku ji bo deng dayînê hatine kir û wiha got: “Nebin hevkarê hewldana ji holê rakirina vîna gel.”   BI ÇEKÊ LI SER SINDOQÊ SEKINΠ   Li gundê Ada yê navçeya Çêrmûgê jî polîsekî guh neda qanûna divê hêzên ewlehiyê ji 100 mîtroyan zêdetir nêzî sindoqê nebin li ser sindoqa bi hejmara 1086 bi çeka xwe sekinî.    BEDLÎS   Li Lîseya Anadolû ya Pîşeyî û Teknîkî ya li Taxa Karşiyaka ya girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê 45 leşkeran bi çekên xwe deng dan. Hate zanîn ku kesên deng dane ji gundê Reşadiyeyê anîne. Peywîrê DEM Partiyê yê sindoqê jê re got ku “Divê hûn cilên sivîl li xwe bikin” û anî ziman ku divê leşker li gorî dayîna dengan tevbigere. Leşkeran jî çûn ser peywîrdarê sindoqê yê DEM Partiyê û asteng kir ku qeyd bike.    Li Dibistana Navîn a Vakifbankê ya li Taxa Hîdayetê jî hate diyarkirin ku zêdetirî 20 leşkeran bi unîformayan deng dane. DEM Partiyê îtîraz kir.    KONYA    Li Taxa Yapali ya girêdayî navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê kesek, bi 3 hilbijêran re kete kabîna dengdayînê û xwest dengdayîna bi komî bikişîne. Berspirsyarê DEM Partiyê yê dibistanê îtîraz kir. Leşkeran mudaxileyî berpirsyarê dibistanê yê DEM Partiyê kir û dîmenên hatibûn kişandin dan jêbirin.    MÛŞ    Li Taxa Ejmanuk a girêdayî navenda Mûşê hêzên ewlehiyê dengdayîna komî ya AKP’iyan asteng nakin. Hate dîtin ku hilbijartina di saetên sibê yên ewil de bi “dengên bihîle” dest pê kir, ji aliyê peywîrdaran ve nayê astengkirin û girtek nehatine girtin.    Li hemû sindoqên li dibistan deng bi awayekî komî hatin dayîn. Girtekên ku parlamentera Mûşê Sumeyye Boz û Koordînasyona Krîzê ya DEM Partiyê nivîsandin jî ji aliyê serokê sindoqê ve derbasî lênûska biryarê nehatin. Parêzerên ku beriya niha jî xwestibûn girtekan bigirin ji aliyê cerdevan û peywîrdarên sindoqê ve rastî tundiyê hatin.    Berpirsyarê dibistanê yê alîgiriya serokê sindoqê yê girtek derbasî lênûska biryarê nekirin ji Bozê re wiha got: “Erê dikare dengê bihîle bide.” Namzetê AKP’ê Feyat Asya û kekê wî Sedat Asya yên hatin serdana dibistanê kirin û musadeya dengên bi hîle kirin gef li Boz xwarin, dehf da û heqaret lê kir. Li aliyê din Asya gef li rojnamevanên ku xwestin dîmen bikişînin xwar.    Li aliyê din li navçeya Kopê ya Mûşê jî namzetê AKP’î bi heman êrişkariyê li dibistanan geriya. Namzetê AKP’ê Yakûp Kaya mudaxile li berpirsyarên dibistanê û peywîrdarên sindoqê kirin.    EDENE   Hate zanîn ku Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edneyê heta vê saetê jî nekarîne dengên xwe bidin. Hin kesên li ber dibistanên taxên ku gelê kurd lê zêde dijî disekine bi gotina “Li Bajarê Mezin bidin Zeydan Karalar, li Seyhanê bidin Oya Tekîn, di endamtiyên Meclisan de bidin DEM Partiyê” hewl dan araste bikin.    Rêxistina DEM Partiyê bi daxuyaniya ku ji bo hilbijêran kir de wiha got: “Li Edeneyê helwesta me zelal e. Em ê mohrê li biniya darê bidin. Em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê.”