Li Serhedê gel diherike ser sindoqan 2024-03-31 13:17:30   WAN - Li bajarên Serhedê ji ber Remezanê di saetên serê sibê de çûyîna ser sindoqan kêm bû lê ber bi nîvro ve çûyîn zêde bû.    Dengdayîna ku saet di 07.00’an de li bajarên bakurê Kurdistanê hatibû destpêkirin didome. Ji ber Remezanê di saetên serê sibê de çûyîna ser sindoqan kêm bû lê ber bi nîvro ve çûyîna ser sindoqan zêde bû. Li Serhedê 3 saet man ku dengdayîn bi dawî bibe. Li ber polên ku deng dê lê werin dayîn rêzeke dirêj çêbû.    BANGA ÇÛYÎNA SER SINDOQAN LI GEL HATE KIRIN    Bi taybetî li taxên Xaçort, Karşiyaka û Yenîmahalle yên girêdayî navçeya Rêya Armûşê gel diherike ser sindoqan. Hate dîtin ku li gorî hilbijartinên beriya niha rêjeya çûyîna ser sindoqan kêm e, namzetên DEM Partiyê yên navend û navçeyan gel vexwend ser sindoqan. Gel bi taybetî betek nîşanî hilbijêrên hatine veguhestin da û bang li mirovên li hin taxan neçûne ser sindoqan kirin.   BANGA TERKNEKIRINA SER SINDOQAN   Tê payîn ku ber bi saetên dawî ve çûyîna ser sindoqan zêde bibe. Dema saeta deng dayînê xelas kesên di rêzê de bin dê bikarin dengên xwe bidin. Rayedarên DEM Partiyê bang li welatiyan kir ku sindoqan terk nekin û xwedî li vîna xwe derkevin.   Li gelek bajarên Serhedê ligel danê nîvro çûyîna ser sindoqan zêde bû.