Li bajarên bakurê Kurdistanê dê sindoq saet 16.00’an de bên girtin 2024-03-31 13:18:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî li bajarên bakurê Kurdistanê bi giştî dê li 32 bajaran karûbarên dengdayînê saet di 16.00'an de bi dawî bibin.   Karûbarên dengdayînên Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adarê dom dikin. Tevî bajarên bakurê Kurdistanê dê li 32 bajaran karûbaran dengdayînê saetekê pêş de bi dawî bibin. Li van bajaran dê dengdayîn heta saet 16.00’an dom bikin û dê sindoq werin girtin.    Bajarên ku dê karûbarên dengdayînê saet di 16.00’an de bi dawî bibin ev in:    Semsûr, Agirî, Artvîn, Çewlig, Bedlîs, Amed, Xarpêt Erzîngan, Erzirom, Dîlok, Gîresun, Gumuşhane, Colemerg, Qers, Meletî, Gurgum, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rîze, Sêrt, Sêwaz, Trabzon, Dersîm, Riha, Wan, Bayburt, Êlîh, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kîlîs.