Ji ciwanan heta kal û pîran li Kurdistanê eleqeya gel a ji bo hilbijartinê zêde dibe 2024-03-31 13:50:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ciwanan heta kal û pîran, ji saetên serê sibehê ve li Amed, Sêrt, Çewlig, Dêrsim û Êlihê gel diherike ser sindoqan.    Karûbarê dengdayînê yê li bajarên bakurê Kurdistanê serê sibehê saet di 07.00’ê dest pê kir. Bi destpêkirina dema dengdayînê re herikîna gel a ber bi dibistanan ve jî dest pê kir. Li bajarên ku ev du serdemin ji hêla qeyûman vê tên hilbijartin, gel careke din vîna xwe nîşan dide. Li tevahiya bajarên bakurê Kurdistanê dengdayîn dê saet di 07.00’ê de bi dawî bibe.    AMED    Li dibistanên Bajarê Nû yên Amedê tevlibûneke xurt a gel hebû. Bi taybet jî hilbijêrên temenmezin tevî zarokên xwe hatin û dengê xwe dan. Dayikeke ku bi alîkariya keça xwe ser derenceyên dibistanê bi sre diket, her çend di meşê de zehmetî kişandibin jî çû ser sindoqê. Du welatiyên kal ên li Dibistana Amadehî ya Fatîhê ya navçeya Bajarê Nû hatin dibistanê, alîkariya hev kirin û hatin cihê dengdayînê. Piştevaniya welatiyên ku heta polê bi destên hev girtin, bal kişand.    Li navçeyên Rezan, Sûr, Gêl û Pasurê jî gel li dijî hilbijêrên veguhestî, eleqeyeke mezin nîşanî hilbijartinê da. Ji kal û pîran heta ciwanan, her kes diçe ser sidoqan.    ÊLIH    Ciwan, jin, kal û pîr û astengdar jî di nav de li Êlihê bi hezaran welatiyan ji saetên zû yên serê sibehê ve ji bo dengdayînê berê xwe dan dibistanan. Namzeta DEM Partiyê ya Êlihê Gulistan Sonuk dengê xwe da û banga parastina sindoqan kir. Sonuk ku dengê xwe li Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê ya li Taxa Cumhriyetê da, got ku gelê kurd dê di hilbijartinê de bi ser keve û bi rêjeyeke bilind a deng re qeyûman bişîne. Her wiha welatiyên ku di saetên zû yên serê sibehê de hatin dibistanan, nîşaneyên serkeftinê kirin û dengê xwe dan.    Li Taxa Pazaryeriyê dayikeke 98 salî jî çû ser sindoqê. Hilbijêrên kal û pîr nîşaneyên serkeftinê kirin û dengê xwe dan.    Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ku dengê li xwe Amedê da, dibistan bi dibistan geriya û têkildarî ewlehiyê agahî girt. Karûbarê dengdayînê didome.    DÊRSIM    Li Dêrsimê jî tevlibûneke zêde ya hilbijartinê heye. Welatî ji saet 07.00’ê ve berê xwe dan dibistanan. Li bajêr 69 hezar hilbijêr hene û dê dengên xwe li ser 516 sindoqan bidin.    Parlamentera DEM Partiyê ya Bajar Ayten Kordu dengê xwe da û got: “Bila ji bo xizmeteke wekhev û azad xelkê Dêrsimê bi ser keve.” Namzetên Tifaqa Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak jî çûn ser dana dibistanan.    Navenda Koordînasyona Krîzê li avahiya DEM Partiyê hat danîn û ji bo ewlehiya hilbijartinê li her devera bajar xebat tên meşandin.    SÊRT    Li navenda Sêrtê jî li taxên ku piraniya şêniyên wê DEM Partiyî ne, bi peyama “Em ê qeyûman bişînin” çûn ser sindoqan.  Yên ku nikarin biçin dibistanan û nikarin bên jî bi alîkariya malbatên xwe li dibistanan tên veguhestin. Jineke 120 salî jî di hembêza kurê xwe da hate dibistanê. Dayikê nîşaneya serkeftinê kir û bi keyfxweşiyeke mezin dengê xwe da. Welatiyên ku li ser gopal û kursiyên biteker hatin dibistanan jî ji bo xwedîderketina li îradeya xwe tu astengî nas nekirin.    Di heman demê de welatiyên ku nekarîn zarokên xwe li malê bihêlin û tevî zarokên xwe hatin jî rê li ber dîmenên rengîn vekirin.    ÇEWLIG   Li Çewligê welatî ji saetên zû yên serê sibehê ve çûn ser sindoqan. Li navçeyên Kanîreş û Dêra Hênê jî eleqeyeke zêde ya gel ji bo hilbijartinê hebû.