Sancar: Em îradeya xwe nadin xespkirin 2024-03-31 13:53:49   RIHA - Mîthat Sancar ê DEM Partiyî bertek nîşanî hîleyên hilbijartinê yên li Xelfetiyê da û wiha got: “Em îradeya xwe nadin dizîn, nadin xespkirin. Bila gelê neçûna sindoqan nefikire.”   Li navçeya Xelfetiya Rihayê, namezetê AKP’î Şeref Albayrak û komeke pê re, li gundên Qunefirik, Talikan, Beresûr û Kavalica û li Lîseya Anatoliya ya Xelfetiyê ya li Taxa Siyahgul a Rihayê, bi zerfên ji derve anîne deng bikar anîn. Bi ser vê yekê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) çû lîseya deng tên bikaranîn.    Koma ji 50 kesan pêk tê ku hat zanîn ji navçeya Berecûkê hatine, êrişî DEM Partiyiyan kirin. Piştî ku polîsan xaza îsotê berda girseyê, DEM Partiyî derbasî Edliyeya Xelfetiyê bûn. Parlamenterên DEM Partiyê yên Rihayê Omer Ocalan û Mîthat Sancar li vê derê daxuyanî dan. Ocalan wiha bang kir: “Em hemû gelê xwe yê ku li Xelfetiyê dengên xwe bikar anîne vedixwînin li pêşiya Edliyeya Xelfetiyê.”    BANGA GEL    Sancar jî derbarê bûyerê de ev tişt gotin: “Komeke AKP’î dibistanan digerin û deng didin. Nahêlin peywirdarên sindoqan karê xwe bikin, ewlehiya sindoqan tune dihesibînin. Ji ber me li gundên Qunefirik, Talikan û Kavaklica û li navendan tîraz kir, em rastî êrişan hatin. Ji bo iradeya gel ji sindoqan derkeve çi ji destê me tê em dikin. Em bi parêzer û rayedarên xwe ve li vê derê ne. Em îradeya xwe nadin dizîn, nadin xespkirin. Bila gelê me baweriya xwe winda neke, neçûna ser sindoqan nefikire. Hemberî vê bila zanibin ku tu lîstik ji îradeya gel mezin nîn in.”