Bi hilbijêrên veguhestî nikarin bi ser kevin: Ev hilbijartin rewa nîne 2024-03-31 15:04:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Dîmenên leşker û polîsên li bajarên Kurdistanê bi komî deng didin mohra xwe li hilbijartinê dan. Bertekên tund nîşanî hilbijêrên “gerok” ên di jiyana xwe de cara ewil e hatine bajarên Kurdistanê dan.    Karûbarê dengdayînê yê li bajarên Kurdistanê ku dê saet di 16.00’ê de bi dawî bibe didome. Li gelek bajaran binpêkirin bûn rojev. Bi hezaran leşker û polîsên li bajarên Agirî, Çewlig, Bedlîs, Amed, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Wan, Êlih, Şirnex û Îdirê bi otobûsan hatine veguhestin, di saetên serê sibehê de bi komî hatin dibistanan û dengên xwe bi komî dan. Dengdayîna leşkeran a komî mohra xwe  li hilbijartinan da.    YSK’Ê RED KIRIBÛ   DEM Partiyê li dijî 55 hezar hilbijêrên sexte yên li bajarên Kurdistanê hatin veguhestin îtîraz kiribû lê YSK’ê ev îtîraz red kiribû. Van hilbijêrên sexte li bajarên lê hatine veguhestin dengê xwe dan. Ev kesên ku di jiyana xwe de cara ewil e tên bajarên Kurdistanê, li pêşiya dibistanan rûyê xwe girtin û gel bertek nîşan da. Parlamenterên DEM Partiyê û namzetan li gelek deveran dîmenên vê rewşê kişandin û li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal parve kirin. Di heman demê de gel jî diherike ser sindoqan.    'EV HILBIJARTIN REWA NÎNE’   Îktîdara AKP-MHP’ê ku beriya niha bi rêya qeyûman îradeya gelê kurd xesp kiribû, niha jî hewl dide bi rêya leşker û polîsên “veguhestî” îradeya gelê kurd xesp bike. Îktîdara ku polîtîkaya wê ya qeyûman vala derket, niha jî hewl dide bi vê rêyê xwe rewa nîşan bide. Li hemberî dîmenên derketin holê, bertekên tund tên nîşandan. Welatî û DEM Partiyiyan çûn dengê xwe dan bertek nîşandan û wiha gotin: “Bi veguhestina dengan nikarin bi ser kevin. Ev hilbijartin, hilbijartineke rewa nîne.”    WEKÎLAN GIRTIN Û TEŞHÎR KIRIN   Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik bertek nîşan da û wiha got: “Gelê Agiriyê xwedî li îradeya xwe derkeve. Îro roja rûmetê ye. Îradeya xwe teslîmî bi hezaran hilbijêrên sexte neke!”    Parlamentera Mêrdînê Bêrîtan Guneş: “Ev lîsteya hilbijêrên li Dibistana Azîz Sancar a Stewrê dengê xwe dayîn e! Ji her devera Tirkiyeyê hilbijêrên bêusîl anîne. Tevî hemû bêusuliyan jî em ê bi ser kevin. Stewr a me ye!”    Parlamenterê Şirnexê Zekî Îrmez: “Em teşhîr dikin! Vaye hûn hilbijêrên gerok ên di jiyana xwe de tenê yek carê Şirnex nedîtine! Îktîdar,bi veguhestina bi hezaran leşker û polîsan hewl dide encamên hilbijartinê biguherîne! Em îfşa dikin!! Binêrin bê ka çawa rûyê xwe vedişêrin! Em vê xespkirina îradeyê, vê dizî û bêexlaqiyê qebûl nakin!”    Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş: “Vaye dizên anîne Sêrtê! Rûyê xwe digirin ji ber ku sûcdar in û li ser sûc hatine girtin. Em van dizên ji bo xespkirina îradeya gel hatine vê derê yek bi yek teşhîr dikin. Tevî we jî em ê bi ser kevin. Bila gelê me bê dengê xwe bide û rê nede van dizan.”    Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît: “Em li bendê ne ku tevahiya gelê me xwedî li vîna xwe derkeve. Li dijî vê kompasê em biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin.”    Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan: “Em dizanin hûn bihêrs in lê herin ser sindoqan, dengê xwe bidin û hêrsa xwe wisa derxînin. Dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin. Da ku hêza îradeya me derkeve holê.”