Bi gotina ‘ez ê bibim alîkar’ mohr li AKP’ê da 2024-03-31 15:05:36   COLEMÊRG - Li Dibistana Seretayî ya Şehîd Çetîn Denîz serokê sindoqê dengê hilbijêra DEM Partiyê Şemam Koç a xwendin û nivîsandina wê nîne da AKP’ê. Koç, wiha got: “Min got ez ê dengê xwe bidim darê lê wî li binê ampûlê xist.”   Li Colemêrgê li Dibistana Seretayî ya Şehîd Çetîn Denîz a li Taxa Berçelan serokê sindoqê ji Şemam Koç a xwendin û nivîsandina wê nîne re got ku dikare jê re bibe alîkar. Serokê sindoqê yê pisûla û mohr ji destê Koç girtin, deng da AKP’ê    Şemam Koç, bertek nîşanî rewşê da û bi gotina: “Min got ez ê dengê xwe bidim darê lê wî li binê ampûlê xist. Çavên min dibînin, dizanim partiya min kîjan e” bertek nîşan da. Namzetên hevşaredariyê yên Colemêrgê û parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartin a di wê kêliyê de li dibistanê bûn diyar kirin ku bi awayekî dij hiqûqî deng hatiye dayîn û îtîraz kirin.    Hilbijêrên din ên li dibistanê jî bertek nîşanî serokê sindoqê dan.