Dogan ji bo hilbijêrên veguhestî bang li muxalefetê kir: Divê hûn bibêjin ‘na’ 2024-03-31 15:37:18 ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku wan li 31 navendan 46 hezar û 901 hilbijêrên veguhestî tespît kirine û wiha bang li muxalefetê kir: “Divê muxalefet ji vê xespkirina îradeyê re bibêje ‘na.’ Ev meseleye ne tenê meseleya DEM Partiyê ye.”  Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî geşedanên di hilbijartinê de li navenda giştî daxuyanî da. Dogan, bal kişand ser hilbijêrên veguhestî û weke derbeya li dijî sindoqê pênase kir. Dogan, got ku ev meseleye ne tenê meseleya DEM Partiyê ye û ev tişt anî ziman: “Divê ev meseleye ne tenê meseleya DEM Partiyê be. Ji ber ku li dijî mafê dengdayînê yê gel, li dijî îradeya gel derbe hate kirin.”    BANG LI MUXALEFETÊ KIR   Dogan, got ku li bajarên kurdan pêvajoya şandina qeyûman dest pê kiriye. Dogan, bang li partiyên muxalefetê kir û wiha pê de çû: “Weke DEM Partiyê em bang li hemû partiyên muxalefetê dikin; li dijî vê sepana dij-demokratîk, li dijî vê hewldana xespkirina îradeyê divê hûn dengê xwe derxînin û bibêjin ‘na.’ Îro li 31 herêman hilbijêr hatine veguhestin.    HEJMARA HILBIJÊRÊN VEGUHESTÎ: LI 31 NAVENDAN 46 HEZAR Û 901 KES    Di qonaxa ewil de me li 31 navendan hilbijêrên veguhestî tespît kirin. Li navenda Agiriyê 4 hezar û 168, li Avkevirê ya Agiriyê 204, li Heskîf a Êlihê 280, li Kercews a Êlihê 274, li Azarpêrt a Çewligê 99, li navenda Bedlîsê 51, li Tetwan a Bedlîsê 726, li Akpazar a Mazgêrda Dêrsimê 127, li Gêl a Amedê hezar û 129, li Hezro ya Amedê 797, li Pasûr a Amedê hezar û 929, li Dep a Xarpêtê 519, li Qereçoban a Erziromê 312, li Çelê ya Colemêrgê 3 hezar û 235, li Rûbaroka Colemêrgê hezar û 979, li Bajêrgeh a Gevera Colemêrgê 953, li Şemzînan a Colemêrgê hezar û 886, li navenda Îdirê 4 hezar û 382, li navenda Qersê 3 hezar û 842, li Kerboran a Mêrdînê 570, li Stewr a Mêrdînê 978, li Akdenîz a Mêrsînê 460, li Milazgir a Mûşê 609, li Dihê ya Sêrtê hezar û 71, li Misircê ya Sêrtê 688, li Berwarî ya Sêrtê 33, li navenda Sêrtê 6 hezar û 328, li Elkê ya Şirnexê 828, li Basa ya Şirnexê 494, li navenda Şirnexê 6 hezar û 541, li Qileban a Şirnexê hezar û 409 hilbijêr hatine veguhestin. Bi giştî li 31 navendan 46 hezar û 901 hilbijêrên veguhestî hatine tespîtkirin.   ÇIMA TENÊ DENGÊ DEM PARTIYÊ DERDIKEVE?    Gelo ji bilî bajarên kurdên kîjan dever rastî cihêkariyeke wiha tê? Heke li dijî vê têkoşîneke hevpar neyê dayîn wê demê dê kengî were dayîn? Çima li dijî vê tenê dengê DEM Partiyê derdikeve? Ev hejmar tenê ew hejmar e ya ku hatiye tespîtkirin. Em ê vê rewşê bişopînin. Em ê rê nedin van bêhiqûqtiyan. Çi bikin jî em ê bi ser kevin. Lewma divê her kes xwedî li dengên xwe derkeve. Li her deverê em kêlî bi kêlî dişopînin.”