Ji bo muxtariyê şer kirin: 2 kes mirin 4 kes birîndar bûn 2024-03-31 17:35:26   SÊRT - Li gundê Merke yê Sêrtê ji ber hilbijartina muxtariyê şer derket, 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 4 kes birîndar bûn.    Li gundê Merke yê girêdayî Sêrtê di hilbijartina muxtariyê de şer derket. Hate diyarkirin ku di şerê derketî de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 4 kes birîndar bûn. Walîtiya Sêrtê, aşkere kir ku piştî şerê derketî kesê bi navê B.K. hatiye binçavkirin.