Hevserokên DEM Partiyê: Li dijî hîleyan hişyar bin! 2024-03-31 19:06:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari bang kirin: “Li dijî hîleyan hişyar bin, çavê we li ser be.”    Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari têkildarî ewlehiya sindoqan li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal bang kirin.    Barkirhan wiha got: “Peywirdarên me yên sindoqan ên kedkar û gelê me yê hêja; divê em yek saniyeyê jî sindoqan bala nehêlin. Divê em bizanin ku her qada em vala dihêlin, her saniyeya em vala dihêlin ji bo dizan firsend e. Em ê firsendê nedin hîlebazan. Em xwe sist nekin! Heta ku torbeyên dengan radestî Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyan tên kirin em bişopînin. Em, yekkirina dengan a li Lijneyên Hilbijartinê yên Bajaran jî bi hûr û kûr bişopînin. Li dijî hîleyên ku di dema derbaskirina dengan a li pergala YSK’ê de em hişyar bin û çavê me lê be.”    Hatîmogûllari jî wiha got: “Hevalên hêja; peywirdarên sindoqan û gelê me, hejmartina dengan didome. Li dijî her cureyên manîpulasyonê divê em yek kêliyê jî dev ji parastina sindoqan bernedin. Em xwe sist nekin û li dijî propagandaya îktîdarê em îradeya xwe biparêzin. Em torbeyên dengan heta Lijneya Hilbijartinê ya Bajar bişopînin. Em bi hûr û kûr karûbarên yekkirina dengan bişopînin. Divê em ji bîr nekin ku ev di her kêliyê de hîleyan dikin û divê em xwedî li îradeya xwe derkevin.”