YSK'ê qedexeya weşanê rakir 2024-03-31 19:20:10 NAVENDA NÛÇEYAN - YSK’ê qedexeya weşanê ya derbarê encamên hilbijartinê de rakir. Encamên dengdayînê xuya dibin.  Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adarê îro hatin kirin. Dengdayîn li gel yên Bakurê Kurdistanê, li 32 bajaran saet 07.00’an dest pê kir û di saet 16.00’an de bi dawî bû. Li bajarên din ên Tirkiyeyê jî dengdayîn saet 08.00’an dest pê kir û saet 17.00’an de bi dawî bû. YSK’ê qedexeya weşana derbarê encamên hilbijartinê de rakir. Encamên hilbijartinê hêdî hêdî xuya dibin.