Ji Îmamoglû daxuyaniya ewil: Em ji wêneyê niha keyfxweş in 2024-03-31 20:10:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê CHP’ê yê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû têkildarî encamên hilbijartinê wiha got: “Em ji wêneyê niha keyfxweş in.”    Namzetê CHP’ê yê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû têkildarî encamên hilbijartinê daxuyaniya xwe ya ewil da. Îmamoglû got ku bi qasî ji sedî 45’ê daneyan li ber destê wan in û ji rewşa heyî keyfxweş in. Îmamoglû, got: “Tu hilbijartin heta bi dawî nebin, bi encam nabin.”    Îmamoglû bang li peywirdarên sindoqan kir ku li ser peywira xwe bin.