DEM Partiyê bang kir: Lijneyên hilbijartinê yên navçeyan terk nekin 2024-03-31 21:13:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan ev bang kir: “Ji bo serkeftina hilbijartinê wextekî gelek kêm ma. Lê niha ne dema serkeftinê dema xwedî derketina sindoqan e.” Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan ji bo hejmartina dengan a didome banga parastinê kir. Hevserokên Giştî yên li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal daxuyanî dan, banga xwedî derketina li dengan kirin.    ‘EM BI ÎDIA NE, EM BI HÊZ IN’    Hatîmogûllari, wiha got: “Hevrêyên rêzdar, hevalên me yên hêja ku ji bo demokrasî û aştiyê li ser sindoqan têdikoşin, ji serkeftina hilbijartinê re wextekî kêm ma. Em ê li dijî tifaqa AKP’ê û MHP’ê ya ji hîleyan sûdê digire, her cure bêhiqûqiyê dike, em ê bi awayekî herî xurt dengên xwe biparêzin. Em bi îdia ne, em bi xurt in. Em sist nebin û ser sindoqan ne terikînin.”   ‘LIJNEYÊN HILBIJARTINÊ YÊN NAVÇEYÊ NE TERIKÎNIN’    Bakirhan jî wiha got: “Gelê me yê hêja, peywîrdarên me yên sindoqan ên kedkarên demokrasiyê; em weke çavê xwe li sindoqan û torbeyan xwedî derkevin. Divê agahiyên serkeftinê bi tu awayî nebin sedem bû em lijneyên hilbijartinê yên navçeyan biterikînin. Em ê bi hev re bi awayekî herî xweş serkeftinê pîroz bikin. Lê niha ne dema pîrozbahiyan e, dema xwedî derketina sindoqan e. Em bi biryar in bi hêvî ne û em ê qet sist nebin.”