DEM Partî bi ferkeqe mezin li Tetwanê bi ser ket 2024-03-31 21:19:42   BEDLÎS - DEM Partî li Tetwana di destê AKP’ê de ye, bi ferqeke mezin bi ser ket û dest bi pîrobahiyên serkeftinê kir.    DEM Partî li gorî agahiyên nehatine piştrastkirin li Tetwana di destê AKP’ê de ye bi ferqeke mezin bi ser ket. Piştî dengdayînê welatî li pêşiya avahiyê DEM Partiyê yê navçeya Tetwanê kom bûn û dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Namzetên hevşaredariyê tev li pîrozbahiyan bûn. Namzetê hevşaredariya Tetwanê yê DEM Partiyê Mumîn Erol diyar kir ku ew bi ferqeke mezin hilbijartinê bi AKP’ê dane windakirin. Piştre welatî bi dahol û zirneyan govendên serkeftinê gerandin.