AKP’iyên li Curnê Reş hilbijartinê winda kirine agir berdan sindoqê 2024-03-31 22:43:17   RIHA - Li Curnê Reş sindoqa ku DEM Partî bi pêş bû, ji hêla AKP’iyan ve hate şewitandin. Rayedarên DEM Partiyî dê giliyê bikin.    AKP’yên ku li navçeya Cûrnê Reş ê Rihayê hilbijartinê winda kirine, sindoqa dengan dan ber agir. AKP’î sindoqa hejmar 1119 dan ber agir û berpirsên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û polîsên ku xwestine pêşi li AKP’iyan bigirin derb kirin.    Li gorî encamên girtînameya bi îmzeya şil; DEM Partî 96, AKP 58, YRP 35 deng girtin. DEM Partiyî ku li navçeyê li pêş in girtekên bi îmzeya şil parastin.    Rayedarên DEM Partiyî dê giliya AKP’iyên agir berdane sindoqê bikin.