Li Cizîrê wesayîta zirxî wergeriya 2024-03-31 23:01:11   ŞIRNEX - Di dema êrişa li dijî pîrozbahiya xelkê Cizîrê de wesayîta polîsan a zirxî wergeriya.    Welatiyên Cizîrê ku dixwestin serkeftina xwe pîroz bikin û li Taxa Cûdî kom bûn, rastî êrişa polîsan hatin. Dema polîsan êrişî girseyê dikir û bombeyên gazê diavêtin xelkê navçeyê, wesayîta zirxî wegeriya.    Polîsên di wesayîtê de bi zor û zehmet derketin. Li cihê bûyerê ambulans hatin veguhestin. Têkildarî rewşa polîsan agahî nehatin bidestxistin.    Ji ber kapsûlên di hundirê wesayîtê de teqiyayîn, bêhna gaza îsotê kete taxê.