Hevserokê Şirnexê hate berdan 2024-04-01 00:27:57   ŞIRNEX - Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen û kesên pê re hatin berdan.    Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Şirnexê Abdûllah Gungen û kesên pê re ku li Şirnexê hatibûn binçavkirin hatin berdan. Polîsên ku êrişî girseya li ber avahiya Şirnexê ya DEM Partiyê kom bûn kiribûn, Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Abdûllah Gungen û gelek partiyî binçavkiribûn.    Gungen û kesên pê re, piştî karûbarên îfadeyan hatin berdan.