Li Sêrta di bin rêveberiya qeyûm de ferqeke dîrokî 2024-04-01 01:37:02   SÊRT - DEM Partiyê li Sêrta di bin rêveberiya qeyûm de tevî hilbijêrên veguhestî jî bi ferqa 9 hezar û 301 dengan şaredarî bi dest xist û rekor şikand.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Sêrtê bi ferqeke dîrokî rekor şikand. Li bajarê ku AKP’ê zêdetirî 6 hezar û 600 dengan leşker û polîs veguhestin bajêr, DEM Partiyê tevî hemû nelirêtiyan şaredarî bi ferqeke mezin bi dest xist.    Di sindoqên li bajêr hatin danîn de DEM Partiyê 36 hezar û 856 deng (ji sedî 53) deng wergirt û AKP’ê 27 hezar û 554 deng (ji sedî 33) wergirt. Bi van encamên derketin holê re DEM Partiyê li bajêr bi ferqa 9 hezar û 302 dengan qezenc kir.    Di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li bajêr 33 hezar û 227 deng (ji sedî 48) wergirtibûn û AKP’ê jî 31 hezar û 611 deng (ji sedî 46) deng wergirti bû. AKP’a ku di wan hilbijartinan de bi ferqa 616 dengan winda kiribû, li bajarê piştî qeyûm hate tayînkirin vê carê bi ferqa 9 hezar û 302 dengan bi ser ket.