DEM Partî dê li Bedlîsê li dijî dengên nederbasdar îtîraz bike 2024-04-01 08:43:52   BEDLÎS - Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan da zanîn ku dê li navenda bajar li dijî zêdetirî hezar dengên nederbasdar hatine hesibandin îtîraz bikin û got: “Em ê îradeya gelê xwe terkî zîhniyeta talanker nekin.”    Li gorî encamên nefermî, li navenda Bedlîsê AKP’ê 8 hezar û 900, DEM Partiyê jî 8 hezar û 702 deng stand. Li bajar 2 hezar û 18 deng jî nederbasdar hatin hesibandin. DEM Partî amadekariyên îtîrazê dike.    Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan got ku gelemperiya dengên hatine betalkirin ên partiya wan in û wiha got: “Em ê li gel parêzerên xwe îtîraz bikink. Her wiha li gelek cihan dengên me ji bo Partiya Demokrat hatine nivîsandin. Dengên me yên derbasdar weke nederbasdar hatine nivîsandin. Em ê îradeya xelkê Bedlîsê terkî zîhniyeta talankeran nekin.”