Li Xelfetiyê serkeftina hilbijartinê: Em diyarî Ocalan dikin 2024-04-01 08:46:41     RIHA - DEM Partiyê serkeftina xwe ya hilbijartinê heta derengiya şevê pîroz kir.    Li gorî encamên nefermî, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) şaredariya Xelfetî ya Rihayê bi dest xist. Partiyiyan ji pêşiya avahiya edliyeyê heta pêşiya buroya hilbijartinê meş li dar xist. Namzetên hevşaredariyê Mehmet Karayilan û Saniye Bayram û Parlamenterê DEM Partiyê Ocalan jî di nav de gelek kes tev li pîrozbahiyê bûn.    Ocalan li vir axivî û serkeftina Xelfetiyê diyarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir.    Namzetên hevşaredariyê jî gotin: “Me tişta aydê xwe dîsa stand.”