Ji DEM Partiyê li Wanê serkeftina dîrokî: Her 14 şaredarî jî bi dest xist 2024-04-01 09:24:37   NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê li Wanê ji 14 şaredariyan tevek jî bi dest xist û mohra xwe li serkeftineke mezin da.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Wanê her 14 şaredarî jî bi dest xist. DEM Partiyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û 3 jê yên navendê tevahiya 13 şaredariyan bi dest xist.    Di sala 2016’an de qeyûmê ewil li Şaredariya Bajarê Mezin û navçeyên wê hatin tayînkirin. Heta hilbijartina rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an, di nava sê salan de li Wanê sê walî hatin guherandin. Di hilbijartinên 31’ê adara 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi ser ket. Lê belê çar meh piştre di 19’ê tebaxa 2019’an de cara duyemîn qeyûm hate tayînkirin, hevşaredar ji peywirê hatin girtin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin.    Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de jî DEM Partiyê hem Şaredariya Bajarê Mezin hem jî yên 13 navçeyên wê bi dest xist û bi ferqekî mezin bi ser ket.    13 navçeyên DEM Partiyê li Wanê bi dest xistî ev in:    * Miks    * Elbak   * Ebex   * Şax    * Artemêtan    * Erdîş   * Westan   * Payîzava    * Rêya Armûşê    * Begirî    * Qelqelî    * Seray   * Tûşba