Li Wanê bi deh hezaran serkeftina 14 şaredariyan pîroz kirin 2024-04-01 15:08:54 WAN - Li Wanê ya ku DEM Partiyê 14 şaredarî bi dest xistin, bi deh hezaran kes herikîn qadan û serkeftin pîroz kirin.    Li Wanê ya ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) serkeftineke dîrokî destnîşan kir Şaredariya Bajarê Mezin, 3 navçeyên navendî temamê şaredariyên navçeyan bi dest xist. Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê yekane bajarê ku hemû şaredarî partiyekê bi dest xistin bû Wan. Yekane partiya şaredarî bi dest xistin jî bû DEM Partî. Gelê Wanê ji bo serkeftina hilbijartinê pîroz bike herikî Parka Aştiyê ya Mûsa Anter. Bi deh hezaran kesên hatin qadê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” , “Jin jiyan azadî” berz kirin. Li qadê pankarta “Bijî berxwedana ciwanan” hate vekirin.    ‘WE DÎROK NIVÎSAND’    Hevşaredara DEM Partiyê ya Bajêr Gulşen Kûrt a piştî rêzgirtinê axivî, wiha got: “Em li ber gelê Wanê yê bi bidesxistina 14 şaredariyan dîrok nivîsand bi hezarca bejna xwe ditewînin. Wanê bersiveke gelekî xurt da û bajarê xwe ji xespa qeyûman xelas kir.” Hevserokê DBP’ê yê Bajêr Harûn Okay jî wiha got: “We li Tirkiyeyê dîrok nivîsand. We bi serkeftina bi dest xist nîşan da ku di têkoşînê de bi paş ve gavê naavêjin. Vî gelî êdî heta hetayê dawî li qeyûman anîn.”   SERKEFTINA KESÊN DIGOTIN ‘JIN JIYAN AZADÎ’    Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal a pişt re axivî jî wiha got: “Ev serkeftin serkeftina kesên dibêjin ‘jin jiyan azadî’ ye, serkeftina jinan, ciwanan û dayikan e. We dîrok nivîsand. Em ji îro pê de zêdetir li benda piştgiriya we ne. Divê em vî bajarî ji çopên qeyûman paqij bikin.”   ‘EV QAD WÊ CAREKE DIN DESTÛRÊ NEDE TAYÎNKIRINA QEYÛMAN’    Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî wiha axivî: “Ev qad wê careke din destûrê nede tayînkirina qeyûman. We rûmeta hevalên xwe yên li girtîgehan parastin. We rûmeta girtiyên siyasî yên 125 roj in di çalakiyên greva birçîbûnê de ne parastin. Gelê me xwedî li vîna xwe derket û pêşiya aştiya civakî vekir. Vîna ku derket holê rêya aştiyê nîşan bide. Em careke din bang dikin; daxwazên aştiyê yên gel pêk bînin. Windakiriyê vê hilbijartinê nîne, em hemû bi ser ketin. Em ê bi şev û roj bi awayekî layiqî gelê xwe bin pirsgirêkên li bajêr zêdebûne çareser bikin. Em bi hezar caran spasiyên xwe pêşkeşî gelê Wanê dikin. Em soz didin em ê rûmeta we biparêzin.”   Piştî axaftinan hunermend Kadîr Çat konser da.