Li Agiriyê serkeftin hate pîrozkirin 2024-04-01 16:32:16 AGIRÎ - DEM Partî ya li Agiriyê şaredarî bi dest xist, serkeftin pîroz kir. Partiyiyên di pîrozbahiyê de axivîn wiha gotin: “Li Agiriyê gel dîrok nivîsand. Serkeftiyên hilbijartinê hûn in.” Li Agiriyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pîrozbahiyek li dar xist. Partiyiyên li ber Rêxistina DEM Partiyê ya Agiriyê hatin bahev, bi gel re heta Cadeya Tahîr Elçî meş li dar xistin. Partiyî li qada ku pîrozbahî lê dihate kirin, bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.    ‘DÎROKEK JI NÛ VE HATE NIVÎSANDIN’    Hevşaredarê Agiriyê Mehmet Akkûş diyar kir ku gelê Agiriyê li dijî neheqiyê li cem partiya xwe sekinî û wiha got: “We dîrokek jinûve nivîsand. We ji kesên hûn tunehesibandin re bersiva pêwîst li cihê wê daye. Gelê me yê rêzdar em rûpeleke nû vedikin. Bila yekitîya me daîm be. Hûn layiqî her tiştê baş in. Windakiriyê vê hilbijartinê nîne, serkeftiyên vê hilbijartinê hûn in, ev gel e.”   Hevşaredara Agiriyê Hazal Aras jî wiha axivî: “Tevî evqas neheqî û zilmê we weke gel dîrok nivîsand. Agirî xwedî li vîna xwe derket, xwedî li rûmeta xwe derket. Roja ku me mazbataya xwe wergirt, ne bi nasnameya DEM Partiyê weke hevşaredarên hemû pêkhateyên Agiriyê em ê wergirin. Em ê li Agiriyê şaredarvaniyeke wekhev, adil, tevkar bikin. Em ê baweriya we pûç nekin.”   ‘EV ŞAREDARÎ YA ME HEMÛYAN E’    Dû re parlamenterê DEM Partiyê Heval Bozdag axivî. Bozdag bal kişand ser polîtîkayên desthilata AKP’ê û MHP’ê û wiha got: “Ev şaredarî ya me hemûyan e, cihekarî nîne.”   Herî dawî parlamenter Sirri Sakik axivî. Sakik, bi lêv kir ku Agirî di rojeva herkesî de ye û wiha got: “Duh di van saetan de li qadan, dibistanan, polan dengê me bilind dibû. Me serî li ber neheqiyê radikir. Mirovên ku ne aydê vî bajarî ne dihatin û dixwestin vîna vî bajarî xesp bikin. Sedema ku dengê me evqas gur derkeve, ji bo parastina vîna gelê Agiriyê bû. Di sala 2014’an de jî heman hîle kirin, wê rojê jî îro jî hûn xwedî derketin.    Pîrozbahî bi govendên hatin gerandin re bi dawî bû.