DEM Partiyê ji Yarkaya yê AKP’î re got: Di dîrokê de dê weke ‘diz’ bê zanîn 2024-04-01 16:56:52   ŞIRNEX - Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Şirnexê Bêrîvan Kutlu têkildarî encamên hilbijartinê axivî û wiha got: “Banga min ji bo Mehmet Yarkaya yê AKP’î ye; gelo tu çawa li rûyê xelkê Şirnexê binêrî? Hûn rûreş in. We îradeya gel dizî. Dê navê te weke ‘diz’ di dîrokê de cih bigire.”    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê têkildarî encamên hilbijartina duh li avahiya partiyê daxuyanî da. Parlamenterê Şirnexê Zekî Îrmez, Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJa) û bi sedan welatî tev li daxuyaniyê bûn.    Welatiyên tev li daxuyaniyê bûn gelek caran dirûşmên “Em serokê diz naxwazin” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin.    Di daxuyaniyê de ji ewil Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Nûrcan Alturk axivî û got ku hilbijartinên duh bi awayekî derhiqûqî hatine lidarxistin. Alturk, diyar kir ku weke DEM Partiyê ew hilbijartinê qebûl nakin û wiha domand: “Gelê me jî qebûl nake. Tu rewatiyeke vê hilbijartinê tune ye. Bi veguhestina leşker û polîsên ji bajarên cuda xwestin qedera gelê me biguherînin. Em vê bi tu awayî qebûl nakin.”    ‘DÊ WEKE DIZ DI DÎROKÊ DE CIH BIGIRÎ’   Piştre jî namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya bajar Bêrîvan Kutlu axivî û wiha got: “Di vê hilbijartinê de xelkê Şirnexê bi ser ket. Ez gelê me pîroz dikim. Ji 7 salî heta 70 salî xelkê Şirnexê li pêş çavên hemû cîhanê xwedî li vîn û partiya xwe derket.”    Bi domdarî Kutlu bal kişand ser “hilbijêrên veguhestî” yên AKP’ê û wiha bertek nîşan da: “Xelkê Şirnexê bi meha ye ji bo partiya xwe xebitî. Ev yek bi zora wan çû. Dengên amade yên ji diz û talankeran kom kirin duh bi kar anîn. Dema mirov diziyê dike hinek rûyê mirov sor dibe. Ez li vir bangî Serokê AKP’ê yê Bajar Îbrahîm Erkal û Mehmet Yarkaya dikim; gelo hûn dê çawa derkevin nav xelkê? Hûn dê çawa li rûyê xelkê Şirnexê binêrin? Hûn rûreş in. We îradeya gelê me dizî. Navê Mehmet Yarka dê weke ‘diz’ di dîrokê de cih bigire. Dizê vîna gel Mehmet Yarka tu nikarî bibî îradeya gelê Şirnexê. Tu qeyûmekî rezîlî.”    ‘XELKÊ ŞIRNEXÊ BI SER KET’   Namzetê din Turan Saltan jî wiha got: “Xelkê Şirnexê di vê hilbijartinê de bi ser ket. Li gorî tespîtên me, di 35 sindoqan de tenê dengên hevalên me yên peywirdarên sindoqan hene. Dengê yek şirnexiyekî nîne. Lewma nikarin derkevin nav xelkê bajarê. Qeyûmê ewil tayînî Şaredariya Şirnexê kirin. Dê têkoşîna me bidome. Em spasiya xelkê Şirnexê dikin.”    ‘EM HILBIJARTINAN NAS NAKIN’   Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Abdullah Gungen jî bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û ev tişt anî ziman: “Ev roj ji bo tevahiya xelkê Botanê rojeke dîrokî ye. Ji bo diz û bêexlaqan jî rojeke reş e. Em bejna xwe li ber keda gelê xwe ditewînin. Hûn bi xweha eniya xwe bi ser ketin. Hemû cîhanê bêexlaqî û diziya li Şirnexê hatiye kirin dît. Xelkê Botanê ev bi sala ye di bin zilm û bêhiqûqtiyê de dijî. Zilma xwe çiqas zêde jî bikin dê gelê me serî netewîne. Ji ber ku ev bajar bajarê lehengan e. Xelkê Şirnexê xwedî li vîna xwe derket. Me ne tenê li dijî partiyên siyasî, di heman demê de em li dijî hemû mekanîzmayên dewletê jî têkoşiyan. Her kesî dîmenên duh dît. Ji bajarên cuda hatin û xwestin vîna xelkê bajar xesp bikin. Ev yek, qeyûm e. Em hilbijartinên Şirnexê nas nakin. Dê têkoşîna me ya hiqûqî bidome.”