DEM Partî li dijî encamên li Hezroyê îtîraz kir 2024-04-01 20:47:49   AMED - DEM Partiyê li Hezroyê der barê 904 dengên nehatine qebûlkirin û 793 dengên "veguhastî" de îtîrazê kir.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Hezro ya Amedê  der barê 904 dengên nehatinqebûlkirin û 793 dengên "veguhastî" de îtîrazê kir. Namzetên Hevşaredariyê yên Hezroyê Hasîbe Yazdik û Erhan Guven, parlamenterê Amedê Mehmet Kamaç û endamên rêxistina DEM Partî ya Hezroyê daxwaznameya îtîrazê bi parêzeran re birin Qeymeqamtiya Hezroyê.