Namzetên hevşaredariya spasiya xelkê Şirnexê kirin: Îtîrazên me didomin 2024-04-02 10:28:10 ŞIRNEX - Ji namzetên hevşaredariyê yên Şirnexê Turan Saltan ji ber sekna xelkê spasiya şirnexiyan kir û got: “Gelê me xwedî li kurdbûna xwe derket.” Namzeta din Bêrîvan Kutlu jî wiha got: “Xelkê Şirnexê bi ser ket. Îtîrazên me didomin.”    Di hilbijartinên 31’ê Adarê de yek ji bajarên ku bûyî rojev Şirnex bû. Gelek leşker û polîs ji derveyî bajar hatin veguhestin lê tevî hemû binpêkirinên mafan jî xwedîderketina gel a li sindoqan mohra xwe li hilbijartinê da. Dema leşker û polîsên veguhestî hatin ser sindoqan, xelkê bajar bi gotina “Biaxive, tu ji ku yî?” bertek nîşan da. Li gorî daneyên nefermî; AKP’ê 18 hezar û 33 deng, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Patî) jî 15 hezar û 553 deng stand.    Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şirnexê Bêrîvan Kutlu û Turan Saltan têkildarî encamên hilbijartinê axivîn.    ‘DIZÎ KIRIN’   Namzet Bêrîvan Kutlu got ku ji kêliyên destpêkê ve binpêkirinên mafan û bêhiqûqtî hatine kirin û wiha got: “Li ser agahdarkirina peywirdarên sindoqan, em hîn bûn ku bi hezaran leşker anîne dibistanan. Di heman demê li dibistanên cuda jî polîsên tevgera taybet hewl dan bi cil û bergên leşkeriyê û rûgirtî dengê xwe bidin. Li ser vê yekê em çûn serdana dibistanan. Me dît ku tevahiya kesên anîn leşker in û dengê xwe dane. Nêzî 6 hezar leşker weke hilbijêr hatine qeydkirin. Me hewl da sindoqên xwe biparêzin lê êdî kêr gihişt ser hestî. Bi eşkereyî dizî û bêexlaqî kirin. Bi dîmenên roja hilbijartinê nîşan dan ku îradeya xelkê Şirnexê nas nakin.”    Kutlu, diyar kir ku xelkê bajar bertek nîşanî xespkirina îradeya xwe daye û wiha pê de çû: “Me karî hinek kesên dengdayîn asteng bikin. Di wê navberê de hêzên ewlekariyê jî gotin; ‘we berteka xwe nîşan da, bes e’ û hewl dan me asteng bikin. Wan jî ew derhiqûqtî û bêexlaqî dîtin. Bi giştî li 4 dibistanan leşker û polîsan deng dan. Me fêm nekir bê ka me di vê hilbijartinê de şaredar hilbijart an serfermandarê artêşê.”    ‘LI ŞIRNEXÊ GEL BI SERKET’   Kutlu, destnîşan kir ku “bêexlaqiya” bi sala ye li herêmê tê kirin di roja hilbijartinê de bi eşkereyî domandine û wiha pê de çû: “Dema me berê ev tişt digotin ev yek înkar dikirin. Lê vê carê bi eşkereyî kirin. Dengên leşkeran yekser bandor li encamê kir. Leşker kole nîne. Wan jî dikariyan li dijî vê rewşê derkevin. Dikariyan li dijî dizîna vîna gel derkevin. Ev dîmen, hêjayî Mehmet Yarka û serokê AKP’ê yê bajar Îbrahîm Erkan bû. Xelkê Şirnexê bi ser ket. Yê ku vîna xelkê Şirnexê xesp kirî, Îbrahîm Erkan e. Li rûyê gelê kurd dinêre û dibêje; ‘Ez kurd im. Komkujiyên li dijî kurdan bi zora min jî diçin.’ Komkujî û kuştin tenê bi fîşekan nayên kirin. Li dijî îradeya xelkê Şirnexê komkujiyeke mezin hat kirin. Di hilbijartinê de xwestin vîna xelkê Şirnexê qetil bikin. Lê xelkê me sekna xwe nîşan da. Îbrahîm Erkan û Mehmet Yarka rûreşên dîrokê ne. Ji bo tunekirina gelê me ji her bajarî leşker anîn. Gelê me pir bihêrs e. Em ê dev ji vê serkeftina gel bernedin. Îtîrazên me didomin. Dê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.”    ‘YARKA ŞAREDARÊ VÎ GELÎ NÎNE’   Namzet Turan Saltan jî li Şirnexê ne namzetê AKP’ê lê dewlet li hemberî wan bû û wiha domand: “Li dijî me waliyê Şirnexê, parlamenterê AKP’ê û dewlet hebû. Namzetê AKP’ê Yarka nikare derkeve nav mirovan. Nikare di nava civakê de bigere. Ji ber ku serbilind nîne, bi sedan wesayîtan leşker veguhestin. Ji 35 sindoqan ji bo AKP’ê dengên paket derketin. Li ser wan sindoqan tenê dengên peywirdaran derketin. Heke Yarka mirovekî xwedî rûmbet û heysiyet be, bila were em bi hev re derkevin nav gel. Bila gel biryara xwe bide. Lê vî kesî xwe spartiya faşîzma AKP-MHP’ê. Mehmet Yarka, şaredarê Şirnexê nîne. Xelk wî nas nake. Bila Yarka jî vê bizane.”    SPASIYA XELKÊ ŞIRNEXÊ KIR   Saltan, spasiya xelkê Şirnexê kir ku xwedî li îradeya xwe derket û wiha bi dawî kir: “Em spasiya xelkê xwe dikin ku di hilbijartinê de xwedî li me derket. Xelkê me çû ser sindoqan û xwedî li kurdbûna xwe derket. Dê têkoşîna me bidome. Hezar sal jî derbas bibin dê doza me bidome. Em ê bi hev re tevbigerin.”    MA / Omer Akin