Turkdogan: Di 4’ê nîsana 2023’yan de hemû mafên qedexekirî yên Zeydan lê hatin vegerandin 2024-04-02 13:10:32 ENQERE - Ozturk Turkdogan ê DEM Partiyî got ku 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di 4’ê nîsana 2023’yan de hemû mafên qedexekirî yên Abdullah Zeydan lê vegerandiye û li pêşiya hilbijartina wî tu astengî nînin.  Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya Partiyê Ozturk Turkdogan têkildarî paşvegirtina mafên qedexe yên Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan a li ser “fermana” Wezareta Dadê, li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyê didin. Dogan, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Li dijî bersiva zelal a li dijî rejîma qeyûm, ji bo xelasbûna mesaiyê 5 deqe mabûn ku em di şexsê Abdullah Zeydan de careke din rastî xespkirina îradeyê hatin.”    Dogan, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Di vê mijarê de tu berpirsyartiyeke DEM Partiyê tune ye. Me dizanî dê bikevin nava hewldanên bi vî rengî lewma me tu valahî nehiştin. Di dema diyarkirina namzetan de, li gel pêşhilbijartinê, em bi hûr û kûr li ser mijarê sekinin. Zeydan hemû prosedûrên hiqûqî temam kir û serî li YSK’ê da. Serlêdana wî jî hate qebûlkirin. Hemû lêkolîn hatin kirin, li gorî prosedûra hiqûqê hate dîtin û ji bo hilbijartinan çendek saet mabûn ku bi rêya Wezareta Dadê xwestin îradeya gelê me xesp bikin. Gelê me jî bersiva pêwîst dide û dê bide.    We digot dê pirsgirêka kurd bi polîtîkayên ewlekariyê ji holê rakin lê ev fikra we têk çû. Lê hûn hêj jî di rêya xelet de ne. Mîna îktîdarên din ên pirsgirêka kurd çareser nekirin, ev îktîdar jî mehkûmî têkçûnê ye. Em ê destûrê nedin ku îradeya vî gelî were tunekirin. Gelê kurd ji bo parastina dengên xwe bi roja ye li ser pêya ye. Hûn mecbûr in rêzê ji bo îradeya gel bigirin. Ev ne lûtfeke. Em li vir eşkere dikin ku dê destûrê nedin heqê me were xwarin, mafê me yê ku bi bedelên giran hatine bidestxistin were xespkirin. Banga me li tevahiya raya giştî ya demokratîk ew e ku li berpirsyartiya xwe rabin û piştgiriyê bidin. Em dizanin ku dê ev tenê bi DEM Partiyê re bisînor nemîne. Heke em li dijî bêhiqûqtiyên li herêmeke welat tên kirin dernekevin û piştevaniyê nekin, êdî baweriya demokrasî û hiqûqê bi tu kesî nabe. "   'JI BO HILBIJARTINA ZEYDAN TU ASTENGÎ TUNE NE’    Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Berpirsyar Ozturk Turkdogan jî da zanîn ku tevahiya mafên Zeydan ên hatine qedexekirin di 4’ê nîsana 2023’yan de lê hatine vegerandin û ji bo bijartin û hilbijartina wî tu astengî nînin. Turkdogan, wiha domand: “Di meha nîsana 2023’yan de ji bo 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê serlêdan hate kirin. Dadgehê jî di biryara xwe ya bihincet de got ku cezayê Zeydan hatiye înfazkirin û biryara xwe da. Biryar da ku tevahiya mafên Zeydan ên siyasî dîsa lê bên vegerandin.”    MUDAXILEYA SIYASÎ YE   Turkdogan, got ku wan hêj mafê xwe yê îtîrazê yê di nava 15 rojan de bi kar ne aniye û wiha domand: “Ji ber ku em vê duşemê ji rewşê haydar bûn. Hêj me mafê xwe bi kar ne anî dadgeh nikare vê biryarê ji Wezareta Dadê re ragihîne. Hevalê me Abdullah Zeydan mafên qedexekirî bi dest xistiye û divê Lijneya Hilbijartinê ya Wanê mazbataya wî bidetê. Em ê mafê xwe yê îtîrazê bi kar bînin û heke bê redkirin, dikare li gorî rewşa hiqûqî ya 15 roj piştre biryar were dayîn. Ev tevek nîşan didin ku mudaxileyeke siyasî heye. Divê dadgeh nebin amûra vê mudaxileya siyasî. Bi taybet jî divê Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê rê nede tu mudaxileyan. Nexwe dê encamên vê giran bin.”   ZEYDAN DÊ BIÇE LIJNEYA HILBIJARTINÊ YA BAJAR    Dogan dîsa mafê axaftinê girt û wiha got: “Ez vê jî diyar bikim ku dê Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ji bo wergirtina mazbataya xwe biçe Lijneya Hilbijartinê ya Bajar. Dê rêxistina me ya bajar jî biçe. Em her kesî vedixwînin wê derê.”