Ji bo protestokirina biryara têkildarî Zeydan bang li xelkê Wanê hat kirin 2024-04-02 13:45:12   WAN - DEM Partî dê biryara derheqê Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan de protesto bike. Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê bang li tevahiya gel kir ku bên pêşiya avahiya rêxistinê ya bajar.    Biryara paşvegirtina mafên memnu ya li ser fermana Wezareta Dadê ku 5 deqe ji bo xelasbûna mesaiyê mabûn ku di roja dawî de derheqê namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan de hate girtin, li bajar rê li ber înfîalê vekir. Piştî bihîstina biryarê, welatiyan berê xwe dan avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Bajar û bertek nîşan dan. Piştî civîna nirxandinê ya dirêj a li avahiya partiyê, biryara daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.    Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê ji bo daxuyaniya ku dê saet di 14.00’ê de were lidarxistin banga tevlibûnê li gel kir.    Her wiha tê payîn ku Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û rêveberên partiyê jî bên Wanê.