Dê MYK’a DEM Partiyê li Wanê bicive 2024-04-02 14:23:34   ENQERE - Piştî ku mafên qedexekirî yên namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Wanê paşve hatin girtin, MYK’a DEM Partiyê biryar da ku civîna xwe li Wanê li dar bixe.    Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî ku li ser fermana Wezareta Dadê mafê qedexekirî yên namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan paşve hatin girtin, biryar da ku sibe li Wanê bicive. Partiyê dê civîna xwe li Enqereyê li dar bixista lê biryar da ku li Wanê li dar bixe.