Gunaydin ê CHP’î: Em hewldana li dijî îradeya gelê Wanê qebûl nakin 2024-04-02 14:50:10   ENQERE - Bi destê darazê mafên qedexekirî yên Abdullah Zeydan paşve hatin girtin. Serokwekîlê Koma CHP’ê Gokhan Gunaydin bertek nîşan da û wiha got: "Em vê hewldana li dijî gelê Wanê hatiye kirin qebûl nakin.”   Mafên qedexekirî yên namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Wanê Abdulllah Zeydan paşve hatin girtin. Bertekên li dijî vê biryarê her ku diçe mezintir dibin.    Serokwekîlê Koma CHP’ê û Parlamenterê Stenbolê Gokhan Gunaydin der barê darbeya bi destê darazê hatiye kirin de ji ajansa me re axivî.    ‘EV HEWLDAN LI DIJÎ ÎRADEYA GELÊ WANÊ HATIYE KIRIN’   Gunaydin, da zanîn ku ew bi mijarê re eleqedar dibin û diyar kir ku ew bi rayedarên DEM Partiyên re di têkiliyê de ne û wiha got: “Di Tirkiyeyê de 86 milyon welatî û 61 milyon hilbijêrên me hene. Îradeya gel di sindoqan de derdikeve holê. Astengkirina vê yekê û polîtîkayên qeyûman bûye fêla AKP’ê. Tevî ku di hilbijartina dawî ya rêveberiyên herêmî de şimaqekî girîng xwariye jî tê dîtin ku feraseta AKP’ê naguhere. Em vê hewldana li dijî îradeya gelê Wanê hatiye kirin qebûl nakin.”    ‘DEMA HEWLDANÊ NÎŞAN DIDE KU INYET NEBAŞ E’   Li ser îtîraza Wezareta Dadê, dadgehê di 29’ê adarê roja înê ji xelasbûna mesaiyê re 5 deqe mabû ku biryara paşvegirtina mafên qedexekirî yên Zeydan da. Gunaydin der barê mijarê de wiha got: “Dema astengkirina mafên qedexekirî yên hatine kirin nîşan dide ku inyeta wan nebaş e. Em pêvajoyê dişopînin."