Dê darbeya AKP’ê li gelek bajaran bê protestokirin 2024-04-02 15:00:02     NAVENDA NÛÇEYAN - Dê biryara paşvegirtina mafên qedexekirî yên namzetê hevşaredariyê yê Wanê Abdullah Zeydan ku li ser fermana AKP’ê hate dayîn, li gelek bajar û navçeyan were protestokirin.    Li ser “fermana” AKP’ê, dadgehê biryara mafên qedexekirî yên namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan paşve girt. Dê ev biryar li gelek bajar û navçeyan were protestokirin.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê dê saqet di 17.30’ê de li Parka Rojava ya li ser Bulwara Dîcle Kentê çalakiya protestoyî li dar bixe.    Her wiha Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê jî bi dirûşma “Îradeya xelkê Wanê nayê xespkirin” banga çalakiyê kir. Protesto dê saet di 18.00’an de li pêşiy avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Kadikoyê were lidarxistin.